Ji bo cezayê dîsîplînê ku dabûn Yuksekdagê serî li AYM’ê dan 2022-04-12 11:15:57   STENBOL - Ji bo cezayê ragihandinê yê mehekê ku ji ber bertek nîşanî mirina biguman a Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê dabû û dirûşm berzkiribûn, li Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdagê hatibû birîn, serî li Dadgeha Destûra Bilind hate dayîn.    Ji ber Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag, Edîbe Şahîn, Gulseren Yildirim derbarê 14 jinan mirina biguman a Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 1’an a Kandirayê jiyana xwe ji dest da bi dirûşmeyên “Dewleta kujer wê hesabê bide” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Jin jiyan azadî” şermezar kirin, mehek cezayê dîsîplînê li wan hatibû birîn. Li dijî cezayê dîsîplînê parêzera Gulser Yildirim û Edîbe Şahîn, endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Weqfa Lêkolînên Hiqûq û Civakê (TOHAV) Hatîce Ezgî Gungordu û parêzer Reyhan Yalçindag, di 7’ê Çileyê de îtîrazî 3’yemîn Dadgeha Înfazê ya Kocaeliyê kiribû. Dadgeha ku îtîraza Gungordu di 10’ê Sibatê de nirxandibû, îtîraz red kiribû û gotibû ku di biryara hatiye dayîn de tu nakokî nînin.    Parêzeran li ser biryara dadgehê vê carê jî serî li Dadgeha 1’emîn a Cezayê Giran dabûn. Lê dadgehê di 24 sibatê de bi gotina di biryarê de tu nakokî nînin red kiribû.    BIRIN AYM’Ê    Parêzeran li ser vê yekê têkildarî cezayê dîsîplînê di 23’yê Adarê de serî li Dadgeha Destûra Bilind (AYM) da. Parêzeran di serlêdana xwe de diyar kirin ku cezayê dîsîplînê yê hatiye birîn li dijî gelek xalên Makeqanûnê ne. Parêzeran di serlêdanê de dan zanîn ku dirûşmeyên Yuksekdag berzkirine tu tundiyê di nava xwe de nahewînin û ji ber vê yekê cezayê dîsîplînê yê lê hatiye birîn li dijî qanûnan e.    BIRYARA OCALAN HATE BIBÎRXIST   Parêzeran diyar kirin ku cezayê dîsîplînê di heman demê de li dijî azadiya îfadeyê jî ye û biryara AYM’ê ya di 25’ê Hezîrana 2014’an de di çarçoveya azadiya îfadeyê têkildarî Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan hatiye dayîn bi bîr xistin.    BINPÊKIRINA JIYANA TAYBET E   Parêzeran di serlêdana xwe de bi lêv kirin ku cezayê dîsîplînê di heman demê de “Binpêkirina jiyana taybet û malbatê ye” û wiha got: “Yekane rêya serlêder a têkiliyê bi malbata xwe re deyne name û axaftina bi telefonê ye. Piştî cezayê lê hatiye birîn ji van mafên xwe mehrûm maye û nikare bi malbata xwe re bikeve têkiliyê. Bi vî rengî mafê jiyana taybet û malbatî bi awayekî giştî hat binpêkirin. Ev yek binpêkirina makeqanûnê ye û mexduriyeteke cidî derxistiye holê.”   MA / Mehmet Aslan