Cenazeyê girtiyê ku jiyana xwe ji dest da, nîşanî malbata wî nedan 2022-04-12 13:14:02   STENBOL - Cenazeyê girtî Ferhan Yillmaz ku li Girtîgeha Silîvriyê di encam zext û îşkenceya ku lê hat kirin de jiyana xwe ji dest da, bêyî ku nîşanî malbata wî bidin radest kirin.    Li Girtîgeha Hejmara 5 Tîpa L a Silîvriyê, 60 gardiyanan bi ser girtîgehê de girt û zext û îşkenceyê li girtiyan kirin. Ji ber vê zext û îşkenceyê 6 girtiyan hewl da dawî li jiyana xwe bînin. Ji girtiyan Ferhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehat hînkirin jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku girtiyê bi navê Hasan Kasan jî li beşa çavdêriya awarte tê ragirtin.    Endamê Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Mehmet Acettîn, derbarê mijarê de daxuyanî da û ragihand ku cenazeyê Yilmaz bêyî ku nîşanî malbata wî bê dayîn radest kirine. Acettîn, diyar kir ku ew rewş nîşan dide ku rastî ji angaştên ku tên kirin xetertir e.