Di roja 400’emîn a Nobeta Edaletê ji bo îfadeyê bang li Emîne Şenyaşar kirin 2022-04-12 13:20:11 RIHA - Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar a li pêşiya Edliyeya Rihayê keta roja 400’an. Di roja 400’emîn a çalakiyê de dayika Emîne Şenyaşar ji bo îfadeyê vexwendin emniyetê. Ferît Şenyaşar bertek nîşan da û got: “Bi taybet ji ber roja 400’emîn a çalakiyê derheqê dayikê de lêpirsîn dan destpêkirin û ji bo îfadeyê bang lê kirin.” Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 400’an de berdewam kir. Di roja 400’emîn a çalakiyê de bi hinceta “heqaretê” derheqê Emîne Şenyaşar de lêpirsîn hate destpêkirin û bi vê sedemê jî ji bo îfadeyê bang lê kirin. Dayika Emîne Şenyaşar li ser vê yekê tevî parêzerê xwe çû Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê û îfade da. Hat zanîn ku bi hinceta ku dayika Emîneyê di çalakiya nobetê de “heqaret” li parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Piştî kar û barên îfadeyê jî Şenyaşar vegeriya pêşiya Edliyeya Rihayê û çalakiya xwe domand.    LÊPIRSÎNA 15’EMÎN    Emîne Şenyaşar têkildarî lêpirsîna 15’emîn axivî û wiha got: “Tiştekî bi navê edaletê nîne û ya ku li me tê kirin zilm e. Kurê min Fadil berd in. Ez bi vî halê xwe yê rojî nobetê digirim û daxwaza min edalet e. Erê baş e Emîne (hevjîna Erdogan) û Erdogan çawa dikarin razên? Ma dengê min qet naçe wan? Ma ez qet nakevim xewnên wan? Êdî bes e, Fadilê min berdin.”    ‘EZ Ê JI VIR RANEBIM’   Bi domdarî Şenyaşar anî ziman ku ev 400 roj in bi daxwaza edaletê dev ji mal û neviyên xwe berdane û wiha domand: “Ma zarokên min çi kirine? Dikana wan bi xwe bû. Çima ew kuştin? Di îfadeyê de ji min dipirsin bê ka çima li vir rûdinim. Hem li Ferît û hem jî li min xistin. Em xistin nezaretxaneyê. Ez bizanim dê li vir bimrim jî heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim.”    BI TAYBET JI BER ROJA 400’AN LÊPIRSÎN DAN DESTPÊKIRIN    Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku nobeta wan kete roja 400’an û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi taybet bi boneya roja 400’emîn derheqê dayikê de lêpirsîn dan destpêkirin. Beriya hatina nobetê em çûn me îfade da. Piştre vegeriyan vê derê. Di halê hazir de hiqûqa serdestan heye. Di rewşa heyî de kesên ku li nexweşxaneyê 3 kes qetil kirin bûne mexdûr. Lê dayika ku li edaletê digere weke bersûc gazî îfadeyê kirine. Em vê ji rayedaran re dibêjin. Lê tevek jî ji me re dibêjin; ‘tiştek ji destê me nayê. Ji me re çi ferman were em wê pêk tînin.’ Piştre jî ji me direvin.”    BI GIŞTÎ 4 DOZ HATINE VEKIRIN   Di nava 400 rojên Nobeta Edaletê derheqê dayika Emîne Şenyaşar de bi giştî 15 lêpirsîn hatin destpêkirin. Ji van 15 lêpirsînan 2 jê kirin yek û bi “şêweyê darizandina sivik” didomin. Her wiha îdianameya doza bi sedema heqaretê hatiye amadekirin jî ji hêla 4’emîn Dadgeha Sizayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin. Dê di mehên pêşiyê de doz bê dîtin. Di çarçoveya doza heqaretê de ku 6’emîn Dadgeha Sizayên Giştî vekiribû, cezayê perayan a 265 rojên edlî li Şenyaşar hate birîn.