Li Cizîrê deriyên malan hatin şikandin, li jineke 50 salî dan 2022-04-12 13:26:17   ŞIRNEX - Li Cizîrê di serdegirtina malan de camên malê hatin şikandin, cil û bergên herêmî hatin desteserkirin û jineke 50 salî jî hate derbkirin.   Hêzên polîsên tîmên taybet duh di saetên serê sibê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê de girtibûn û 9 kes binçav kiribûn. Polîsan du saetan li avahiya HDP’ê lêgerîn kiribûn û piştre jî li taxên Cûdî, Dagkapi, Nûr, li gundê Dîrseklî û li xaniyên komelî yên Dîrsekliyê bi ser malan de girtibûn. Di encama serdegirtina malan de Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart, ji rêveberên HDP’ê yên navçeyê ku keça wê Yasemîn Çikmaz di jêrzemînên wehşetê yên Cizîrê de hatibû qetilkirin, Esmer Çikmaz a 50 salî, Osman Kuçuk, Marûf Erîş û Şerîf Elçeoglû, Burhan Dalmiş, Ahmet Benzer, Zelîha Yardak û Alî Ogur hatibûn binçavkirin.   Di serdegirtina avahiya rêxistina HDP’ê ya Cizîrê de deriyên partiyê hatin şikandin û cilnimêj bi botên  xwe pelçiqandin. Her wiha depoya avê ya ku hewcedariya avê ya avahiya navçeyê pêk tîne hat teqandin. Her wiha derbarê kesên ku hatine binçavkirin ên li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê tên sekinandin de biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 24 saetan hate dayîn.   DAYIKA 50 SALÎ DERBKIRIN   Di dema serdegirtina mala Osman Kuçuk de derî û camên mala wî hatin şikandin. Her wiha di serdegirtina mala Ahmet Benzer de jî kincên kurê wî yên herêmî û desmala kesk û sor zer hatin desteserkirin. Di serdegirtina mala yek ji kesên hatin binçavkirin Burhan Dalmiş de jî dayika wî Behiye Dalmiş a 50 salî hate derbkirin.