Malbatên girtiyan bertek nîşanî mirinên li Girtîgeha Sîlîvriyê dan 2022-04-12 15:17:03   AMED -  Malbatên girtiyan di roja 148’emîn a çalakiya Nobeta Edaletê de bertek nîşanî îşkenceya ku li Girtîgeha Sîlîvriyê li girtiyan hatiye kirin da û wiha gotin: “Her mirineke li girtîgehê şerma vî welatî ye."    Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayê berdan a li Amedê dane destpêkirin di 148'emîn de berdewam dike. Malbatên girtiyan ku ji bo xizmên xwe yên girtî edaletê dixwazin, li pêşiya Girtîgeha Tîpa D a Amedê daxuyanî dan. Endam û rêveberên Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqê yên bi Malbatên Girtî û Hukumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çandî û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), Komeleya Yekitî û Çandê ya Piştevanî û Alîkariya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER), rêxistinên Partiya Herêmên Demokratik (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de malbatan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan" û “Heq, hiqûq, edalet" berz kirin.   ‘ŞERMA WELAT E’   Di çalakiyê de ji ewil yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî û bal kişand ser bûyerên îşkenceyê yên li Girtîgeha Hejmar 5 a Tîpa L a Silîvriyê ku di encamê de 2 girtiyan jiyana xwe ji dest da. Merwanî, da zanîn ku girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: “Sûcê mirov çi dibe bila bibe, heke mirov li girtîgehê jiyana xwe ji dest bide, ev şerm şerma vî welatî û ya me tevan e. Ji bo vê yekê jî em şîna malbatan parve dikin. Tiştê ku ew dijîn em jî dijîn. Edî em dixwazin ku gavên şênber werin avêtin û jiyana wan bê parastin. Em naxwazin êdî li girtîgehan mirin çêbibin. Bila zindan nebin malên mirinê. Her mirinek her wiha dibe mirina welêt jî. Banga me ji wezîrê edaletê ew e ku agahiyê bide malbatan.”   ‘EDALET JI HEMÛ CÎHANÊ RE PÊWÎST E’   Ji xizmên girtiyan Reşahat Ada jî bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Em, êdî nikarin vî barî rakin. Em di meha rojiyê de ne. Ev meh, meheke pîroz e û em dixwazin edî zarokên me werin berdan. Li girtîgehan êdî bila edalet hebe û ne tenê bo me lê ji bo hemû cîhanê edalet pêwîste dike. Banga me ji wezîrê edaletê û serokkomar ew e ku edaletê bi cih bînin.”