Li ber Girtîgeha Kiriklarê gazî kirin: Bila tecrîd bê rakirin 2022-04-12 16:14:07   ÎZMÎR - Xizmên girtiyan Nobeda Edaletê li ber Girtîgeha Kiriklarê girtin û diyar kirin ku ew ji bo hemû girtiyan têdikoşin û gotin: “Êdî bes e, bila tecrîd rabe.”    Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin ku li Îzmîrê Nobeda Edaletê dane destpêkirin, di roja 43’yemîn de li ber Girtîgeha Kiriklara Îzmîrê ya Tîpa F’yê girtin. Di nobedê de dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin. Rêveberên HDP’ê jî destek dan nobedê.    'EM EDALETÊ DIXWAZIN’    Ji malbatên girtiyan Medîne Kaymaz got ew ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên berdana wan hatiye taloqkirin hatine ber girtîgehê nobedê digirin. Kaymaz destnîşan kir ku ew ne cenazeyên girtiyan ew dixwazin girtî bên berdan û wiha got: “Em dixwazin edalet û mirovatî bê vê welatî. Bila zilma li ser zarokên me were rakirin. Bi salane em edaletê dixwazin. Ji ber ku edalet li vî welatî tune ye, kes dengê me jî nabihîze. Wê ev zilm heya ku dewam bike. Em ji bo azadiya zarokên xwe aştiyê û edaletê dixwazin.”    'ÊDÎ TEHAMULA ME NAMAYE’    Ji malbatên girtiyan Hanim Sever jî destnîşan kir ku ew naxwazin ji girtîgehan cenaze derkevin û bal kişand ser mirinên li Girtîgeha Silîvriyê qewimîne û wiha got: “Ji bo ku girtî nemirin, em  têdikoşin. Êdî bes e, bila tecrîd rabe. 28 sal in kurê min girtî ye. 2 sal in nikarim wî bibînim. Nexweş dikeve, nayê tedawîkirin. Bila zarokên me berdin, em ê wan bibin nexweşxaneyê. Êdî tehamula me namaye. Em aştiyê dixwazin. Li Tirkiyeyê edalet û wîjdan nemaye. Bila tavilê zarokên me berdin.”