Ji kesên hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû 2022-04-12 19:43:49   ENQERE - Ji kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de hatin binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû. Her wiha navê 10 kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hatiye girtin jî eşkere bû.    Di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de, li 13 bajaran derbarê 91 kesî de biryara binçavkirinê hat dayîn. Di avêtinên ser malan de heya niha 46 kes hatine binçavkirin. Ji kesên hatine binçavkirin navê 34 kesan eşkere bû.    Tê payin kur 46 kesên Mêrsîn, Wan, Edene, Stenbol, Amed û Riha jî di nav de li 13 bajaran di avêtina ser malan de hatine binçavkirin wan bînin Enqereyê.    Ji kesên hatine binçavkirin ên navê wan eşkere bûne ev in: "Şaredarê Akdenîzê yê berê Fazil Turk, xebatkarên Şaredariya Akdenîzê yên berê Hasan Çat, Selamî Tûran û Ulfiye Ozcan, xebatkarê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê yê berê parêzer MetîN kilavûz, hesabgirê HDP'ê yê berê Zekî Çelîk, Mûstafa Bîlgîç, Şefîk Ozbey, rêvebirê HDP'a Peyasê yê berê Şahîn Eroglû, endamê meclîsa Şaredariya Yenîşehîrê Îlyas Tekîn û Selçûk Tazgel, endamê meclîsa ŞAredariya Bajarê Mezin a Wanê yê berê Nîhat Geîzîc, Mehmet Akin, Gafîze Îpek, Gulum Bayram, Mehmet Koyûncû, Bûrhan beduş, Osman Kaya, Fecrî Tayfûr, Necmettîn Aslan, Mehmet Sarîh Zumrut, Eyup Ocal, Erdal Avci, Sûna Avci, FEsîh Yalçin, Halîs Bîlen, Atalay Bayrak, Hakîm Guneş, Suphî Guneş, Umît Guneş, Nîzamettîn Onar, Mûstafa demîr, Nîhat Satilmiş, Mûrat Kaçar."    Ji kesên ku derbarê wan de biryara binçavkirinê hatiye girtin, navê 10 kesan eşkere bû: "Dîndar Mercan, Umît Aydin, Ramazan Morkoç, Emrûllah Çelîk,  Ferît Çelîk, Seydoş Daniş, Gulşen Dûran, Îlyas Tekîn,  Nejat Parildar, Ferhat Alkan."