Platforma Ked û Demokrasiyê bû mêvanê 'Sifra Edaletê' ya malbata Şenyaşar 2022-04-12 20:40:11   RIHA - Berdevkê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê Mahmût Bînîcî bû mêvanê "Sifra Edaletê" ya malbata Şenyaşar a li ber Edliyeya Rihayê.    Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyar a li ber Edliyeya Rihayê di roja 400'î de didome. Îro Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê bû mêvanê "Sifreya Edaletê" ya malbata Şenyaşarê ku di dema fitarê de li ber avahiya edliyeyê hat raxistin. Ji xeynî pêkhateyên platformê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hudaya Kaya û nûnerên rêxistina HDP'ê ya bajêr jî tevli fitariyê bûn.    Piştî azan xwend, kesên tevli fitariyê bûn bi hêviya "Edalet" çêbibe rojiya xwe şikandin. Piştî fitariyê platformê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de Berdevkê Platformê Mahmût Bînîcî axivî û got: "Li cîhanê tu zilm ne heta bi hetayê ye. Em soza bilindkirin û xurtkirina berxwedan û piştevaniyê didin."