Amedî: Ên nijadperestiyê dikin bila nebêjin em misilman in 2022-04-13 09:15:32   AMED - Serokatiya Diyanetê di panoya agahdarkirinê ya Mizgefta Mezin a Amedê de cih neda kurdî. Amediyan li dijî vê got: "Kesên ku di bin navê îslamiyetê de cihêkariyê dikin, bila nebêjin em misilman in."    Serokatiya Karên Diyanetê li Mizgefta Mezin a li Sûr a Amedê "panoya agahdarkirinê" daliqand. Agahiyên di panoyê de bi tirkî, îngilîzî, erebî û rûsî ne, lê bi kurdî tiştek di panoyê de tune ye. Welatiyan bertek nîşan da û gotin: "Xwediyên rasteqîn ê vî welatî kurd in."      KURDÎ NAYÊ QEBÛLKIRIN   Tahsîn Sever, anî ziman ku bi kurdî diaxivin û dê heya dawiyê bi kurdî biaxivin û got, pêdiviya kurdan jî bi zimanekî din tune ye. Sever, got: "Ev ax, a me ye. Di vir de cih didin tirkî, erebî, rûsî û îngilîzî, lê çima cih nadin kurdî? Beriya van zimanan diviyabû ewilî kurdî hebûna. Zimanê me yê bi sedan salan li me qedexe dikin. Zimanê me û hebûna me qebûl nakin. Em ê ji bo hebûna zimanê xwe bitêkoşin. Ev ax û mirovên vê axê ji bo vî zimanî bedêl dane. Ew jî baş dizanin. Ev der mizgefta xwedê ye, nikarin zimanê tu kesî bisenifînin. Tiştekî wiha di îslamê de tune ye."    Welatiyê bi navê Raîf Kartal jî got: "Êdî mizgeftan jî li gor xwe çêdikin. Lê halbûkî di dîn de senifandin tune ye. Bi îzna xwedê dê roj bê kurdî azad bibe."    'DÎNÊ XWE AFIRANDIN'   Mehmet Çîçek jî anî ziman ku Amed bajarê sahabeyan e û yek ji erdnîgariyên ewil e ku îslamiyet lê belav bûye û got: "Lê niha îslamiyet bi temamî hatiye guherandin. Niha kes dînên ku wan ew afirandiye belav dikin û li civakê ferz dikin."   Huseyîn Tanişer jî bibîr xist ku pergal ji roja roj de kurdî qedexe kiriye û got: "Li vî welatî tu dikarî bi her zimanî biaxivî, lê gava behs dibe kurdî tu tê sûcdarkirin. Ev tişt dijî îslamiyetê ye. Tenê ne di îslamiyetê de, di tu dînî de tiştekî wiha tune ye. Kesên ku di bin navê îslamiyetê de cihêkariya ziman, dîn û nijadê dikin, divê ji xwe re nebêjin em misilman in. Tirkiyeyê îslamiyeta xwe çêkiriye, li gor îslamiyeta rats hereket nake. Erdogan, di bin navê îslamiyetê de mirovan ber bi xw eve dikişîne. Berê li Tirkiyeyê hebikekî misilmantî hebû, ew jî bi hatine Erdogan ji holê rabû. Ev feraseta wan, ji berê de heye."    ‘EZ KURD IM, BI TIRKÎ NIZANIM'   Bedîuzzaman Ergun ku got "Ez ne mecbûr im fatheyê bi tirkî yan jî erebî bixwînim" destnîşan kir ku zimanê wî yê zikmakî kurdî ye û got: "Ez ê duayên xwe bi kurdî bikim, ji lew re zimanê min kurdî ye û bila her kes bi zimanê xw ebike. Em ê ji roja roj de bi kurdî diaxivin û em kurd in. Em bi tirkî nizanin, ji lew re zimanê me kurdî ye. Em kurd in, em bi kurdî diaxivin û divê ev ne qedexe be."    Îdrîs Kapar jî got: "Xwediyên sereke yên vî welatî kurd in. Gava krud li vir bûn, tirkek jî tune bû. Kî çi dibêje bila bibêje, zarokên ewil û sereke yên vî welatî kurd in. Dixwazin devê gel bigirin, ên diaxivin digirin. Her kesî dikin 'terorîst', ên bi kurdî diaxivin, ên kurd in hemûyan dikin 'terorîst'. Li cihê ku edalet lê tune be, tu tişt jî çênabe. Tekane derdê vê hikûmetê, çi hebe biçirpîne."    ‘HEQ Û HIQÛQ TUNE YE'   Bahattîn Topal jî destnîşan kir ku li vî welatî heq û hiqûq tune ye û got: "Ev der Amed e û her kes bi kurdî diaxive. Beriya her tiştî divê li ser wê tabelayê kurdî hebûna. Bi dîn mirovan diaxpînin. Umrê min xelas û min heya niha li Tirkiyeyê edalet nedîtiye. Ev dewlet, kesyparêz û nijadperest e. Bi feramana serokkomar bi hezaran mirov belsebeb tên girtin, lê ew bi xwe guh li hiqûqê nake. Êdî ev dewlet nikare me bixapîne, ji lew re me çavên xwe vekirine."