Ûca: Tifaqa Rojava û Şengalê ji dîwaran pir mezintir e 2022-04-13 09:16:05 AMED - Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, diyar kir ku armanca dîwarên tên lêkirin qutkirina pêwendiya tifaqa di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de ye û got: "Hêza Rojava û Şengalê, ji wan dîwaran pir pir mezintir e."    DAIŞ'ê di 3'yê Tebaxa 2014'an de êriş bir ser Şengalê. Di êrişan de gelek êzidî qetil kirin, bi hezaran jin û zarok jî revandin. Di dema êrişan de pêşmergeyên girêdayî PDK'ê reviyan û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi korîdora ku vekiribû êzidiyên ji ber êrişan reviyabûn ji herêmê derxistin. Her wiha Rêvebiriya Xweser DAIŞ'ê jî têk şikand. Lê belê rêvebiriya PDK'ê ya ku wê demê êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de hişt û reviya, niha ji bo pêwendiya di navbera Şengal û Rojavayê de qut bike dîwaran lê dike. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca, vê hewldana piştî "Peymana Şengalê" ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de hat kirin nirxand.      'HEWLDANÊN DAGIRKERIYÊ'   Ûca, destnîşan kir ku armanca dîwarên di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê SÛriyeyê de tên çêkirin ew e ku êzidî bi tenê bên hiştin û careke din bi fermanê re rû bi rû bimînin. Ûca, bilêv kir ku piştî ku gelê Şengalê xwe bi rê ve bir hewldanên dagirkeriyê jî gav bi gav hatine plankirin û ev plan bi taybetî piştî "Peymana Şengalê" ya ku di 9'ê Cotmeha 2020'î de di navabera Rêvebiriya Herêma Kurdistana Federe û Hikûmeta Navendî ya Iraqê de hat îmzekirin ketiye dewrê.    GEL PLAN PÛÇ KIRIN   Ûca, bilêv kir ku tevî hemû êrişan û planên dagirkeriyê jî gel terka Şengalê nekiriye û Şengalê parastiye. Ûca got: "Nikaribûn Şengalê vala bikin. Nikarib»n vîna gel bişikînin. Berevajî vê gelê Şengalê li ber vê peymanê raû û ew qebûl nekir. Gel got, 'Em dev ji Şengalê bernadin, em ê nehêlin ku hûn vê peymanê pêk bînin.' Peymana Cotmehê bi vî awayî hat pûçkirin. Dixwazin herêmê ji êzidyan xalî bikin."   QUTKIRINA PÊWENDIYÊ    Ûca, anî ziman ku niha jî êzidî bi polîtîkaya dîwarlêkirinê re bi konsepteke nû ya êrişan re rû bi rû ye û got: "Armanca polîtîkaya dîwar çi ye? Dixwazin bi êrişeke nû re biçin ser Şengalê. Jixw eberê digotin 'Bila êzidî ji Şengalê derkevin.' Tew hinan jê digot, 'Bila Êzidî biçin Ewropayê, bila Ewropa wan qebûl bike, bila ji Şengalê derkevin.' Ger li Başûrê Kurdistanê êrişeke nû dest pê bike, dê armanceke wan navenda Şengalê be. Armanca wan, bi êrişa ser Şengalê re, ROjava nikaribe aliyê Şengalê bike."    ARMANCA KAZIMÎ   Ûca, diyar kir ku polîtîkaya dîwarlêkirin ji aliyê Serokwezîrê Iraqê Mûstafa el-Kazimî ve hatiye pêkanîn û gotinên Kazimî yên par bibîr xistin ku gotibû, "Em ê DAIŞ'ê ji Iraqê bînin li kampeke nêzî Şengalê bi cih bikin." Ûca, destnîşan kir ku di hemû mijarên derbarê Şengalê de Kazimî berbiçav dibe.    Ûca, bilêv kir ku li tevahiya Başûr konsepteke êrişê heye û got: "Yek jê Mexmûr, yek jê Şengal e. Jixwe em dibînin her tim êrişî Rojavayê, Şengalê dikin. Çima? Dixwazin herêmê vala bikin û ji holê rabikin. Lewma gava konsepta wan êrişeke ser Şengalê be, bi van dîwaran dê hewl bidin ku kes bi hewariya Şengalê de neçe."    Ûca, bal kişand ser daxuyaniyên Meclîsa Êzidî ya Şengalê û gundên ereban û got: "Gotin, ev dê tifaqa di navbera Şengal û Rojavayê de qut bike. Lê hêza Rojava û Şengalê ji wan dîwaran pir pri emzintir e. Divê her kes wiha zanibe."    Ûca, destnîşan kir ku di heman demê de armanca dîwarlêkirinê xirabkirina yekîtiya neteweya kurd e jî.    BANGAWAZÎ   Ûca, di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku demildest divê kurd bibin yek û got: "Ger Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û Hikûmeta Bexdayê destûr nedana, ev dîwar dê nehatana çêkirin. Wisa difikirin, 'ger em dîwar çêbikin em ê hêza xwe berbiçavtir bikin.' Siyaseta dîwarlêkirin bi pêşengiya Tirkiyeyê pêk tê. Tirkiyeyê di navbera xwe û Rojavayê de jî dîwar lêkiribûn. Niha hêzên wekî Iraqê vê fikira Tirkiyeyê pêk tînin. Ger em niha li hemberî vana ranebin, dê destkeftiyên kurdan hemû biçin. Ger Şengaş û Rojava ji dest biçin, dê statuya Rêvebiriya Herêma Kurdistanê jî li holê nemîne. Ev hemû ji bo jiholêrakirina destkeftiyên kurdan e. Ji lew re her der girêdayî hev in. Fikirên siyasî çid ibin bila bibin divê em li dor destkeftiyên kurdan bên cem hev du. Divê em li ber vî şerî bêdeng nemînin. ger em bi hev re êşa zarokên li Rojava, Hewlêr û Mahabadê hîs nekin, dê yekîtî çênebe."    MA / Ergîn Çaglar