Derbarê welatiyê astengdar ku zabitayan lêdabû de lêpirsîn hat destpêkirin 2022-04-13 09:39:19   WAN - Derbarê welatiyê ji sedî 65 astengdar Ugur Acar de ku zabitayan lêdabû de bi hêceta “li dijî karmendê wezîfedar derketiye” lêpirsîn hat destpêkirin.    Zabitayên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye roja 8’ê nîsanê li navenda bajêr êrişî welatiyên ku di semawerê de çayê difiroşin kiribûn. Zabitayan hem li welatiyan da hem jî semawera wan desteser kiribû.    Ji van welatiyan jî Ugur Acar (25) ê ji sedî 65 astengdar û birayên xwe bûn. Ugur Acar ji ber lêdanê sê rojan li nexweşxaneyê di beşa çavdêriya awarte de hat tedawîkirin û pişt re ji nexweşxaneyê derketibû. Derbarê Acar de lêpirsîn hat destpêkirin. Lêpirsîn ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Wanê ve bi hêceta “Ji bo ku wezîfeya karmend pê nede kirin, li ber xwe daye” û “li dijî karmendê wezîfedar derketiye” hat destpêkirin. Acar di çarçoveya lêpirsînê de çû Midûriyeta Polîsan a Wanê îfade da.    Acar di îfadeya xwe de diyar kir ku zabitayan îşkence lê kiriye û divê lêpirsîn ne derbarê wî de lazim e derbarê zabitayên lêdane de lêpirsîn bê destpêkirin.