Li Qersê bihostek berf bariya 2022-04-13 10:38:53   QERS - Li Qersê ji şevê din heta niha berf dibare. Ji ber berfê rêyên gelek gundan hatin girtin û qederê 20 santîmîtroyên berfê li erdê stûr bû.    Ev du roj bûn li Qersê baran dibariya û hewayeke sar hebû. Ji şevê din ve jî baranê cihê xwe da berfê. Şevê din ji saetên dereng heta serê sibehê bênavber berf bariya. Li navenda bajêr berf heta 20 santîmîtroyan li erdê stûr bû. Ji ber berfê, rêyên gelek gundan ji hatin û çûnê re hatin girtin.    DÊ HEWAYÊ SAR BIDOME    12’emîn Midûriyeta Herêmê ya Erziromê têkildarî mijarê gel hişyar kir û da zanîn ku heta 17’ê nîsanê jî dê hewa sar be.