Walîtiya Dêrsimê îşkenceya polîsan parast 2022-04-13 13:16:14   DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê ku tundiya li Dogukan Gul hatiye kirin jinedîtî ve hat, îşkenceya polîsan parast.    Ciwanê bi navê Dogukan Gul li gel sê hevalên xwe di 11’ê nîsanê de li Taxa Ataturk a Dêrsimê hatibû binçavkirin û li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr hatibûn ragirtin. Gul, di dema binçavkirinê de li emniyetê rastî îşkenceya polîsan hatibû. Têkildarî mijarê Walîtiya Dêrsimê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Walîtiyê îşkenceya li Gul hatiye kirin jinedîtî ve hat û îşkenceya polîsan parast.    Walîtiyê di daxuyaniya xwe de ev îdia kirin: “Di 11’ê nîsanê saet di 23.00’yan de sê karmendên emniyetê bi cil û bergên sivîl çûn kafeteryayeke navenda bajêr. Di derketina kafeteryayê de di navbera wan û komeke qelebalix de nîqaşeke devkî çêbû. Di rageşiyê de du karmendên cemaweriyê ji hinek deverên xwe birîndar bûn û destê karmendekî jî şikest. Karmendên cemaweriyê ji bo gilî bikin çûn Şaxa Midûriyeta Asayîşê ya Dêrsimê. Piştî îfadeyê jî ji bo rapora derbê xwestin biçin nexweşxaneyê. Lê li pêşiya avahî dîsa rastî wê komê hat û dîsa di navbera wan de rageşî derket.    Bi destwerdana peywirdarên li cihê bûyerê re rê li ber rageşiyê hate girtin. Ji ber bûyerê her du aliyan jî giliyê hev kirin. Derheqê bûyerê de Serdozgeriya Komarê lêpirsîna dadî û walîtiya me jî lêpirsîna îdarî daeye destpêkirin.”