TTB: Polîtîkaya xelet a desthilatdariyê a kir ku di pandemiyê de bêhtir kes bimirin 2022-04-13 15:38:17   ENQERE - Bi munasebeta duyemîn sala pandemiyê bijîşkên TTB’ê civînek li dar xist. Bijîşkan da zanîn ku ji ber polîtîkayên xelet ên desthilatdariyê, di dema şewbê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêdetir bûn.    Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), bi munasebeta pandemiya Covîd-19’ê li ser onlinê civîneke çapemeniyê li dar xist. Di civînê de Seroka Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fîncanci, Sekreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bulut, endamên Baskê Gel a TTB’ê Nasir Nesanir, Levent Akyildiz, Mehmet Zencir, endamên Koma Xebata Pandemiyê ya TTB’ê Oguz Kilinç, Gulu Yaman û Melek Demîr, endamê Konseya Navendî yên TTB’ê Alîcan Bahadir, Seroka Komeleya Bijîşkên Malbatê ya Stenbolê Esîn Şener û akademîsyen Ozgur Muftuoglu amade bûn.   Di civînê de Şebnem Korur Fîncanci anî ziman ku daneyên fermî rastiya heyî venabêjin û wiha got: “Wezareta tenduristiyê daneyên rast vedişêre. Ji ber polîtîkaya desthilatdariyê, pandemiya Covîd-19’ê veguherî nexweşiya çîna karkeran. Her wiha sepanên desthilatdariyê rê li ber mirina gelek xebatkarên tenduristiyê vekir. Zêdetirî 500 xebatkarên teduristiyê jiyana xwe ji dest dan. Ji van 200 jê bijîşk bûn.”   ‘DIVÊ TEVDÎR BÊN GIRTIN’   Prof. Dr. Mehmet Zencîr jî got ku divê tevdîrên xurtir bên girtin nexwe hem dê şewb bêhtir belav bibe û hem jî dê rê li ber mirinên zêdetir veke. Akademîsyen û nivîskar Muftuoglu jî anî ziman ku di dema pandemiyê de desthilatdarî hîn bêhtir otorîter bûye û vê jî kir ku beşekê civakê gelek dewlemend bibe û beşek jî pir xizantir bibe. Têkildarî mijarê Prof. Dr. Kilinç jî da zanîn ku ji bo pêşîlêgirtina mirinan divê dîsa tevdîr bên girtin. Dr. Onur Nacî Karahanc, jî destnîşan kir ku sedema pirsgirêkên di dema pandemiyê d polîtîkayên nebaş ên desthilatdariyê bûn û wiha bi dawî kir: “Sedema van mirinan, desthilatdarî bi xwe ye. Divê bi rastiyê re rû bi rû bimînin.”