Ji Newala Qesaban bertek: Hûn nikarin hafizeya dîrokî tune bikin 2022-04-13 16:20:10   SÊRT - Şandeya HDP’ê bertek nîşanî plana îmarê ya Newala Qesaban da û got: “Kesek nikare bi projeyên îmarê re ‘hafizeya dîrokî’ tune bike.”    Şandeyeke Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Newala Qesaban ku ji îmarê re hatiye vekirin daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, parlamenter Huda Kaya, Tulay Hatîmogullari, Garo Paylan, Omer Faruk Gergerlîoglu, Hişyar Ozsoy, Sidik Taş û nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajêr amade bûn. Polîsan bi mertalên xwe hewl dan astengiyan li ber şandeyê derxînin da ku nekarin li herêmê lêkolînê bikin. Piştî nîqaşên dûvdirêj, şandeyê li herêmê daxuyanî da.      ‘HAFIZEYA DÎROKÎ HATE TUNEKIRIN’   Di daxuyaniyê de Meral Daniş Beştan anî ziman ku herêm ji ranta re hatiye vekirin û wiha domand: “Ev herêm ji bo gel ‘Qada hafizeyê’ ye. Me xwest li herêmê çendek lêkolînan bikin lê hêzên ewlekariyê astengiyan derdixînin. Bi sedema ku 7 parlamenter tên herêmê, ji Êlihê heta Sêrtê noqteyên kontrolê yên polîsan bi cih kirine. Naxwazin haya raya giştî ji vê rastiyê hebe. Newala Qesaba hafizeya dîrokî ye. Di sala 1989'an de hestiyên 8 kesan li vir hatibûn dîtin. Lê waliyê wê demê bi fermanekê rê li ber girt ku xebatên kolandinê li vir bên kirin. Piştre jî rêyên duble û dibistanên polîsan li vir çêkirin. Xwestin wê hafizeyê tune bikin. Xwestin heqîqetê di bin betonî de bihêlin û nirxên mirovahiyê tune bikin.”   ‘LI SER HESTIYAN VÎLAYÊN BIHEWIZ ÇÊDIKIN’   Bi domdarî Beştaş diyar kir ku şaredariya HDP’î rê li ber hemû rant û projeyên îmarê yên li vê herêmê girtibûn û wiha pê de çû: “Lê bi hatina qeyûm re dîsa dest pê kirin. Cenazeyên ermenên di sala 1915’an de hatine qetilkirin û yên kurdên di salên 90’î de hatine qetilkirin li vir in. Hûn jî baş pê dizanin ku li vir hestî hene. Banga me ji bo hemû partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ew e ku destê hev bigirin û rê li ber vî sûcê li dijî mirovahiyê bigirin. Banga min a din jî ji bo gelê Sêrtê ye. Xelkê Sêrtê li ser hestiyan najî. Girêdayî bîra xwe ye û divê destûra nedin ku li vir avahî bên çêkirin. Mixabin ku ev polîtîkaya rantê ketiye asteke wisa ku hewl dide li ser hestiyan vîlayên bihawiz çêbikin.”    BIRÎNA XELKÊ HERÊMÊ   Parlamenter Hişyar Ozsoy jî diyar kir ku Newala Qesaba birîna gelê herêmê ye û ev tişt anî ziman: “Bi qasî ku em dizanin 300, li gorî daneyên Serokatiya Serfermandariyê jî cenazeyên 186 kesan li vê derê ne. Em dibêjin; ‘qet nebe hestiyên wan bidin da ku em jê re gorekî çêbikin.’ Lê ew vîlayan li ser çêdikin. Banga me ji bo kesên li vê derê xaniyan çêdikin ew e ku destê xwe deynin ser wijdana xwe. Em hewl didin bibin dengê kesên li vê derê radizên.”    BERTEK NÎŞANÎ POLÎSAN DA    Her wiha parlamenter Omer Faruk Gergerlîoglu jî bertek nîşanî astengiyên polîsan da û got ku polîs dê nekarin bi astengkirinên xwe vê şerma mirovahiyê binixûmînin.   Piştî daxuyaniyê jî şande ji herêmê vegeriya.