Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Dag 10 sal cezayê hefsê birîn 2022-04-13 16:56:19   AMED - Li xebatkarê çapemeniya HDP’ê Vedat Dag bi îdiayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 10 sal û 3 meh cezayê hefsê hate birîn.    Xebatkarê Çapemeniya HDP’a Amedê Vedat Dag bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propaganda rêxistinê” tê darizandin. Danişîna biryarê ya doza Dag li 11’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat lidarxistin. Dag beşdarî danişînê nebû û parêzera wî Gulan Çagin Kalelî di danişînê de amade bû.    Dozgeriyê, mutalaya xwe ya danişînê beriya niha dubare kir û xwest ji “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” were cezakirin.    Parêzera Dag Gulan Çagin Kalelî diyar kir ku mutalaayê qebûl nakin û da zanîn ku teşhîsa şahidê veşartî li dijî Qanûna Polîsan e. Kalelî, daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir.    Piştî parastinan dadgehê biryara xwe aşkera kir û li Dag ji îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh, ji “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh, ji “gef xwarina Celîl Begdaş” ê li pêş HDP’ê tê rawestandin 2 sal û 6 meh cezayê hefsê lê birî.   Şandeya dadgehê her wiha biryar da ku biryara kontrola edlî ya Dag dewam bike.