Ji Narlidereyê çûn serdana Nobeta Edaletê: Em bi malbatan re ne 2022-04-13 17:07:38   ÎZMÎR - Nûnerên Komeleya Danasîna Demokrasî û Çanda Elewî Bektaşiyan çûn serdana çalakiya Nobeta Edaletê ya malbatan li Îzmîrê. Nûneran diyar kir ku ew ji bo aştî û demokrasiyê dê li gel malbatan bin.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Îzmîrê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 44’an de li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê berdewam kir. Di çalakiya îro de rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Menemenê û endamên Komeleya Danasîna Demokrasî û Çanda Elewî Bektaşiyan çûn serdana malbatan.    Di nobeta îro de dayika girtî Yûsûf Candemîr, Zeyî Candemîr jî beşdarî nobetê bû. Candemîr da zanîn ku kurê wê li Girtîgeha Tekîrdagê tê ragirtin û wiha domand: “Ev du sal in ji ber pandemiyê ez nikarim kurê xwe bibînim. Hefteya din di roja pêncşemê de li ser telefonê bi kurê xwe re axivîm. Ji min re got ku hinek nexweş e lewma birine nexweşxaneyê. Pê û lingên wî diêşin û niha di karantînayê de ye. Got ku dê ji bo kontrolê dîsa bibin nexweşxaneyê. “    BILA ÊDÎ BI DAWÎ BIBIN    Bi domdarî Candemîr da zanîn ku piştî axaftinê nizanin bê ka kurê wê birine nexweşxaneyê yan na û wiha pê de çû: “Ji wê rojê ve me tu agahî jê negirtine. Tenê derziyeke şewbê ma ye. Heta derman nebe jî nikarim biçim gel wî. Zarokên me dibin girtîgehên dûr. Bi vê yekê re hem wan û hem jî me ceza dikin. Em dixwazin ku zarokên me werin berdan. Em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin. Bi sala ye em bi hesreta berdana zarokên xwe dijîn. Bes e êdî bila ev hesret bi dawî bibe. Her kesê xwedî wijdan divê dengê me bibihîze û alîkariyê bide me.”    EDALET BO HER KESΠ   Piştre jî Berdevkê Platforma Demokrasiyê ya Narlidereyê Bulent Karakaş axivî û got ku ji bo aştî û demokrasiyê ew piştgiriyê didin malbatên di Nobeta Edaletê de. Karakaş, destnîşan kir ku gelê kurd bi sala ye li ser vê erdnîgariyê zilmê dibîne û xwest ku ev zilm êdî bi dawî bibe. Karakaş, di berdewamê de xwest ku girtiyên nexweş bên berdan.    ’EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN TÊKOŞÎNA DAYIKAN’   Serokê Komeleya Danasîna Çanda Elewî Bektaşî ya Narlidereyê Mûstafa Aslan jî di çalakiyê de ev tişt anî ziman: “Çalakiya Nobeta Edaletê, çalakiyeke watedar e. Hêvîdarim ku em bi hev re bikarin li Tirkiyeyê wekhevî, hiqûq û aştiyê pêk bînin. Êşa her kesê li vî welatî li dijî zilmê têdikoşe em dikişînin. Em naxwazin tu kes li vî welatî ji ber nasnameya xwe ya etnîkî û olî rastî cihêkariyê bê. Em piştgiriyê didin têkoşîna hevpar a dayikan.”