Bertek nîşanî midurê Girtîgeha Panosê dan: Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin 2022-04-13 17:36:57   AGIRÎ - Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdûllah Koç ê di nava şandeya ku daxwazên wan ên bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê re nehat qebûlkirin, bertek nîşanî qebûlnekirina hevdîtinê da û wiha got: “Diyar e ku li vê derê tiştek tê veşartin.”   Şandeya ku ji nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) pêk tê û ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Agirî û Îdir hat avakirin, piştî serdana Baroya Agiriyê kirin hatin Panosê. Şandeya ku di nav de parlamenterên HDP’ê Fatma Kûrtûlan, Oya Ersoy, Abdullah Koç û Huseyîn Kaçmaz û Rêveberê Giştî yê OHD'ê parêzer Cahît Ertan jî hene xwestin bi rêveberiya Girtîgeha Tîpa L a Panosê re hevdîtinê bikin lê ev daxwaz nehat qebûl kirin. Şandeyê li ser vê yekê li ber girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê.    Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdûllah Koç li ser navê şandeyê axiftineke kurt kir û bertek nîşanî qebûlnekirina hevdîtinê ya midurê girtîgehê da. Koç, da zanîn ku têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û lêdana girtiyan randevû ji Meclîsê xwestine lê daxwaza wan bê bersiv hatiye hiştin.      ‘DIYAR E KU LI VIR TIŞTEK TÊ VEŞARTIN’   Koç, diyar kir ku malbatan ji wan re ragihandine ku gardiyanan di girtîgehê de li 4 girtiyan hatiye xistin û wiha got: “Ji bo ku van em di cih de bibînin em hatin Girtîgeha Tîpa L a Panosê û me xwest bi midur re hevdîtinê bikin lê diyar kirin ku naxwazin bi me re hevdîtinê bikin. Çend roj in telefonên me ranakin. Em dixwazin vê diyar bikin, li Girtîgeha Panosê hin tişt çêdibin. Gotubehs mafên mirovan e. Em rewşê qebûl nakin û em ê bibin şopdarên wê. Diyar e ku li vir tiştek tê veşartin. Ji ber wê yekê em hemû parazvanên mafên mirovan û Wezaretê vedixwînin peywîrê. Em binpêkirinên mafan ên li vê girtîgehê diqewimîn ji hemû cîhanê re ragihînin.”   Şande wê sibê piştî serdana Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê, serdana Baroya Wanê bike. Pişt re jî wê serdana malbatên li Baroya Wanê çalakiya Nobeta Edaletê didomînin bike û têkildarî serdanên xwe yên Agirî, Îdir û Wanê daxuyaniyeke berfireh bide.