Nobeda Cizîrê: Dê têkoşîna me bi ser bikeve 2022-04-13 23:52:39   ŞIRNEX – Velî Saçilik ê HDP'î ku di nobeda li avahiya HDP'ê ya Cizîrê de axivî, bal kişand ser zextên li derve û girtîgehan û got: "Me tim li ber xwe da. Teqez dê têkoşîna me bi ser bikeve."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê, ji bo protestokirina serdegirtina avahiya partiyê û binçavkirina Hevserokê HDP'ê yê Cizîrê Mesût Nart û 9 kesên pê re, çalakiya Nobedê dabû destpêkirin. Çalakiya Nobedê ya li ber avahiya partiyê di roja 3'yan de didome. Parlementerên HDP'ê Dilşat Canbaz, Nûran Îmîr, Kemal Bulbul, Mûrat Çepnî, Hasan Ozguneş, endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Velî Saçilik, endamên Meclîsa Dayikên AŞtiyê, aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserokên HDP'ê yn Şirnexê û navçeyê, hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zirig, hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Mûrat Şen, hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk jî di nav de gelek kes tevli çalakiya Nobedê bûn.    Parlementerê HDP'ê yê Antalyayê Kemal Bulbul ku di çalakiya Nobedê de axivî got: "Ên doza vî şer dikin, ên xwe bi vê rantê xwedî dikin kesên Tirkiyeyê mehkûmî diziyê û gendeliyê dikin bi xwe ne." Bulbul, bang li polîsên avêtin ser avahiya HDP'ê ya Cizîrê jî kir û got: "Kesên bi şev derî şikandin û ketin avahiya partiyê, dewsa tiliyên xwe hê jî heye. Me sûcê w etespît kir û me li cihekî nivîsand. Bila heq û edalet şahid be ku hûn ê bên darizandin."    Paşê endamê Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê Velî Saçilik axivî. Saçilik jî bal kişand ser zextên li derve û girtîgehan û got: "Me tim li ber xwe da. Teqez dê têkoşîna me bi ser bikeve."    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Dilşat Canbaz jî bal kişand ser êrişên li ser partiyiyan û got: "Dibe ku nav guherî bin, dibe ku temsîliyetên kesan guherî bin, lê em hê jî li vira ne. Em dengê bindesta ne, dengê jinan e, em dengê şoreşgeran e. Em, dengê bi milyonan kesî ne." Parlementerê HDP'ê yê Îzmîrê Mûrat Çepnî jî got: "Me feyz ji dengê we yê li qadên Newrozê girt û em hatin vira. Em hatin em berxwedana we silav bikin. Em hatin berxwedana we ragihînin tevahiya Tirkiyeyê."   Piştî axaftinan stran hatin gotin û govend hat gerand. Di nobedê de dirûşmeya “Bijî berxwedana HDP’ê” û “Bijî berxwedana zindanan” hat berzkirin.