Qeyûm gef xwaribûn: Kifş bû ku avahiya nexweşxaneyê qaçax e 2022-04-14 09:09:15 AMED - Derket holê ku Şaredariya Peyasê pêvekên qaçax ên Nexweşxaneya Genesîsê ya Taybet tespît kirine û ew mohr kirine. Lê şaredariyê hem pêvekên qaçax xera nekirine hem jî ji bo yên nû xwe li nedîtinê daniye.    Yekitiya Odeyên Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), di 30'yê kanûna 2021'ê de li Amedê giliyê rayedar û saziyên ku destûra avahiyên qaçax dane kiribû. Waliyê Amedê û qeyûmê Şaredariya Bajarê mezin Munîr Karaloglû jî ji ber vê gef li TMMOB'ê xwaribûn û angaşt derewandibûn. Piştî ku TMMOB'ê tevî lîsteya avahiyên qaçax gilî kiribû, Midûriyeta Kontrolikirina Avahiyan a Şaredariya Peyasê ya qeyûm tayinî wê hatiye kirin, li Nexweşxaneya Genesîsê pêvekên qaçax tespît kirine û îmze daniye bin zabitnameyê. Piştî vê avahiyên wekî yên qaçax hatine tespîtkirin hatine mohrkirin û çêkirina wan hatiye rawestandin. Lê belê çendî zabitnameya rawestandina înşeata avahiyên qaçax heye jî, lê çêkirina înşeatê dewam kiriye û Şaredariya Peyasê ji bo vê xwe li nedîtinê daniye.    Li gor zabitnameya 6'ê çileya 2022'yan a Midûriyeta Kontrolkirina Avahiyan a Şaredariya Peyasê, hezar û 426 metrekareyê nexweşxaneyê bi awayekî qaçax hatiye çêkirin û ev li 2 qatên qaçax ên nexweşxaneyê hatine zêdekirin. Piştî ev avahiyên qaçax hatine tespîtkirin mehek muhlet dane nexweşxaneyê, lê nexweşxane ji dêvla ku avahiyên qaçax xera bike, hin pêvekên din li van avahiyên qaçax zêde kirine.    Ji xeynî şaredariyê, Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr a Amedê jî heya niha ji bo destûra xebatê ya nexweşxaneyê tiştek nekiriye.