Ji qeyûmê Amedê fitara bi zorê ! 2022-04-14 11:06:41 AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku xwest xwarina fitarê bide personelên şaredariyê, ji ber ku kes nexwest tevli xwarinê bibe tevlibûnê li personelan ferz kir û gefa lêpirsîne li wan xwar.   Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku aliyê qeyûm ve tê birêvebirin, wê sibê li Rawestgeha Otobusên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê xwarineke fitare bide personelên xwe. Hat hînbûn ku destpêkê şaredariyê ji personelan xwestiye kesên ku dixwazin tev li fitarê bibin navê xwe binivisînin. Lê ji ber ku kesî navê xwe nenivîsandiye şaredariyê ji personelên xwe re peyam şandiye û tevlibûna fitarê li wan ferz kiriye.    Peyama ku ji aliyê şaredariyê ve ji personalen ra hatiye şandin wiha ye: "We şaredariya me di 15'ê nîsanê saet di 19.01'an de di qada Rawestgeha Otobusan a li cem Makîna Îqmalê ya li Zumrutkentê xwarina fitarê bide. Tevlibûna hemû personelan mecbûrî ye."   Her wiha hat angaştkirin ku yek bi yek li yekîneyên şaredariyê hatiye gerandin û bi gefan hatiye gotin ku kesên tevli nebin dê derbarê wan lepirsîn bê destpêkirin.