Danişîna doza ku li Erdogan hatibû vekirin hat dîtin 2022-04-14 13:22:32   STENBOL - Danişîna doza 5 qurişî ku Serokê damezrîner ê AABK'ê Tûrgût Oker, ji ber elewiyan hedef nîşan dabû li Serokkomar Ergogan vekiribû, hat dîtin.    Yekemîn danişîna doza tazmînatê ya 5 qurişî ku Serokê damezrîner ê Konfederasyona Yekitiyên Elewiyên Ewropayê (AABK) Tûrgût Oker, ji ber elewiyan hedef nîşan dabû li Serokkomar Tayyîp Ergogan vekiribû, li 28'emîn Dadgeha Cezaya Esliyeyê ya Hiqûqê ya Stenbolê hat dîtin. Oker û parêzerê xwe Nîmet Açar û parêzerên Erdogan Umît Kûtbay û Marûf Kemal Yavûz tev li danişînê bûn. Parlamenterên HDP'ê Alî Kenanoglû û Zeynel ozen, Hevseroka HDP'a Stenbolê Îlknûr Bîrol û nûnerên gelek rêxistinên elewiyan danişînê şopandin.    XWESTIN BÊ LÊKOLÎNKIRIN   Parêzer Açar, di danişînê de mafê axaftinê girt û daxwaznameyên xwe dubare kir û xwest ku delîl bên komkirin. Her wiha Açar, xwest ku ji Şaxa Yekitiya Îslamê ya Tirk a Serokatiya Diyanetê ya Almanyayê û AABK'ê muzakere bê nivîsandin û mîqdara alîkariya ku ji Hikûmeta Almanyayê digirin bê pirsîn.    Piştre parêzerê Erdogan Umît Kûtbay û Marûf Kemal Yavûz mafê axaftinê girtin û xwestin ku doz bê redkirin.    Dadgerê dozê biryara navberê çêkir û daxwaza ji bo Şaxa Yekitiya Îslamê ya Tirk a Serokatiya Diyanetê ya Almanyayê û AABK'ê red kir û danişînê taloqî 23'ê hezîranê kir.    ÇI BÛBÛ?   Serokkomar Erdogan, di meha kanûnê ya 2021'an de li Sêrtê axivîbû û di axaftina xwe de AABF û tevgera Elewiyan a Ewropayê hedef girtibû û wan bi feraseta "Elewiyên Bêalî" sûcdar kiribû. Erdogan, anbgaşt kiribû ku dewlet Almanyayê beriya du salan 30 milyon Euro daye AABF'ê.