Wezareta Karên Navxweyî cihê gora Şêx Seîd aşkere nekir 2022-04-14 14:06:47   AMED - Wezareta Karên Navxweyî serlêdana ji bo cihê gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî were aşkerakirin hatiye kirin, bi awayekî neyekser red kir.    Wezareta Karên Navxweyî,  serlêdana ku Baroya Amedê, Komeleya Şêx Seîd û neviyê Şêx Seîd Kasim Firat a bi hev re bi daxwaza cihê gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî were aşkere kirin, kiribûn qebûl nekir. Wezaretê serlêdana ku di 15’ê Sibatê de hatibû kirin, di nava 30 rojên dema bersivdayîna qanûnî de bersiv neda.    Piştî ku serlêdan di dema qanûnî de nehat bersivandin, serlêdan weke redkirina serlêdana ji aliyê hiqûqî ve hate qebûlkirin. Li ser vê yekê serlêderan li dijî biryara redkirina neyekser bi daxwaza betalkirina dozê li Dadgeha Îdarî ya Enqereyê doz vekirin.