Danişîna doza Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hat dîtin 2022-04-14 15:30:54   STENBOL - Danişîna doza "tespîtkirina xizaniyê" ku ji aliyê Walîtiya Stenbolê ve li Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê hatibû vekirin, hat dîtin. Parêzeran dozê weke darbe nixandin.    Navenda Civakê ya Tarlabaşiyê ya di sala 2007'an de bi armanca pêkanîna ewlehiya jin û zarokan hat avakirin. Bi angaşta ku derveyî armanca xwe xebatan kiriye ji aliyê Walîtiya Stenbolê doza "tespîtkirina xizaniyê" ve li navendê hatibû vekirin. Danişîna yekemîn a doza ku li navendê hatibû li 8'emîn Dadgeha Silhê ya Hiqûqê ya Stenbolê hat dîtin. Parêzer û nûnerên gelek rêxistinên maf, hiqûq û sivîl tev li danişînê bûn.    SÛCDARIYÊN WEZARETÊ   Di danişînê de destpêkê parêzerên Walîtiya Stenbolê mafê axaftinê girtin û angaşt kirin ku komele derveyî armanca xwe xebatan kiriye û şertên rêziknameya xwe bi cih naniye. Piştre parêzerê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê xwestin mudaxîlî dozê bibin. Parêzer, angaşt kir ku komele bûye sedema îstismarkirina jin, zarok û ciwanan û ji ber xwe vê xwest ku li cem walîtiyê ew jî mudaxîlê dozê bibin. ,   FATMA ŞAHÎN SERDANA NAVENDÊ KIRIYE   Piştî sûcdariyên parêzera wezaretê parêzerên navendê jî mafê axaftinê kirin û li dijî sûcdariyan li navendê derketin. Parêzeran, dozê weke darbeya li navendê nirxadin û destnîşan kirin ku navend bi armanca têkoşîna bi xizaniyê re hatiye damezrandin û li gorî armanca xwe xebatên xwe dimeşîne û wezarî demê ya Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê Fatma Şahîn wextê serdana komeleya wan kiriye.    DANIŞÎNE TALOQ BÛ   Piştî parastinên parêzerên aliyan heyeta dadgehê biryara xwe ya navberê aşkera kir û ji bo ku alî delîlan pêşkêşî dadgehê bikin du hefte dem da aliyan. Heyetê ji bo daxwaza mudaxîlbûa wezareta Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê jî xwest ku derbarê daxwaza xwe de daxwazname pêşkêşî dadgehê bike. Her wiha heyeta dadgehê xwest ku komele jî lênûskên biryarên endamên lijneya reveberiyê pêşkêş bike û danişînê taloqî 29'ê îlonê kir.