Ev 150 roj in li edaletê digerin: Em ê dev jê bernedin 2022-04-14 15:40:24   AMED - Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li Amedê dabû destpêkirin, di roja 150’an de jî berdewam kir. Malbatan diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş û yên nayên berdan dê dev ji têkoşîna edaletê bernedin.    Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelasbûyî lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 150’an de berdewam kir. Malbatên girtiyan dîsa li pêşiya Edliyeya Amedê hatin ba hev û daxwaza edaletê kirin. Endam û nûnerên TUHAY-DER, TUHAD-FED, OHD, MED-DER, MEBYA-DER, Komeleya Jinan a Rosayê, rêxistinên civaka sivîl û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn.    'EM Ê DEV JÊ BERNEDIN’    Ji xizmên girtiyan Nazîme Boltan diyar kir ku ew polîtîkaya zilmê ya li ser girtîgehan tê meşandin qebûl nakin û wiha got: “Bi qasî ku polîtîkaya zext û bêzarkirinê didome, em jî dê dev ji çalakiya xwe bernedin. Em ê li her deverê xwedî li mafên girtiyan derkevin. Ji ber zarokên xwe em ê dev ji lêgerîna xwe ya heq, hiqûq û edaletê bernedin.”    'EV 5 MEH IN EM NOBETÊ DIGIRIN’    Pişitre ji xizmên girtiyan Nûran Aba axivî û da zanîn ku ev 5 me in nobetê digirin. Aba, destnîşan kir ku dilê dayikan dişewite û wiha domand: “Dema cezayê zarokên me xelas bû, bila bên berdan. Jiyan, mafê her kesekî ye. Divê ev pirsgirêk êdî çareser bibe. Destê xwe deynin ser wijdana xwe.”    BANG LI WEZARETA EDALETÊ KIRIN    Her wiha ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî jî got ku ev demeke dirêje binpêkirinên li girtîgehê tînin ziman lê hêjta jî ji girtîgehan darbest derdikevin. Merwanî, bi domdarî wiha axivî: “Divê êdî wezareta edaletê û siyasetmedar vê rewşê bibînin. Weke xizmên girtiyan em ditirsin. Hemû kesî xwe li korî, kerrî û laliyê daniye. Ev, rûreşî ye. Hûn nikarin bi vî rûyê reş derkevin nava mirovan.”    Ji çalakvanan Reşahat Ada jî xwest ku girtiyên nexweş di zûtirin dem de werin dermankirin û da zanîn ku dê heta dawiyê jî têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin.    Daxuyanî bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” bi dawî bû.