DEVA'yê serdana malbata Şenyaşar kir: Edalet wiha tê kuştin 2022-04-14 16:46:09   RIHA - Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mûstafa Yener, li pêş Edliyeya Rihayê serdana malbata Şenyaşar kir û ev tişt got: "Edalet wiha tê kuştin. Wê ev zilm bi dawî bibe û ev desthilat dê biguhere."   Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar ku di 9'ê adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest pê kiribû, di roja 402'yemîn de berdewam dike. Ji ber ku Ferît Şenyaşar çû hevdîtina birayê xw Fadil Şenyaşar ku li Girtîgeha Xarpêtê girtî ye îro Emîne Şenyaşar û kurê xwe Mehmet Şenyaşar hatin ber edliyeyê û nobet digirin. Parlamenterê Stenbolê û Alîkarê Serokê Giştî yê DEVA'yê Mûstafa Yener û rêveberên DEVA'yê yên Rihayê hatin ber edliyeyê û serdana malbata Şenyaşar kirin. Mehmet Şenyaşar ku ji bûyerê birîndar xelas bûbû, tiştên ku hatibûn serê xwe ji heyeta DEVA'yê re vegot û daxwaza berdana birayê xwe yê girtî Fadil Şenyaşar dubare kir.    'WÊ ZIL BIQEDE'   Piştî Şenyaşar Mûstafa Yeneroglû axivî û ev tişt got: "Bi hêza dewlet û cemaweriyê daraz bûye amûr û pê sûcdar tên parastin. Li ser navê welat bi rastî jî em tabloyeke şermê re rû bi rû ne. Bêguman weke malbat hûn bi awayekî bixof vê dijîn. Edaleta ku dereng bê ne edalet e. Teqez wê hesabê komkujiyan bê pirsîn. Wê îro jî 3 sal şûn de jî bê pirsîn. Çiqas bê derengxistin wê ewqas êş mezin bibe. Ev mesele êdî ne tenê êşa we êşa vê erdnîgariyê ye. Mixabin dewlet di ser komkujiyê de naçe û hesab napirse. Wê teqez edalet cihê xwe bibîne. Şermezarkirina vê komkujiyê ne tenê berpirsyariya we ye. Pirsgirêka tevahiya civakê ye. Edaletê wiha kuştin. Li şûna ku dengê qut bikin divê qêrîna we ya edaletê bi cih bînin. Hêvî dikim wê ev zilm biqede û desthilata biguhere. Wê hesab ji hemûyan bê pirsîn. Welat veguherandine teksasê."   DAXWAZA KOMÎSYONA LÊKOLÎNÊ   Ji parêzerê malbatê Buleng Dûran jî ji Yeneroglû xwest ku ji bo Malbata Şenyaşar Komîsyona Lêkolînê bê avakirin û doz bê şopandin.    Piştî ku bi malbatê re demekê nobet girtin Yenergolû û heyeta pê re ji pêşiya edliyeyê veqetiyan.