Li Girtîgeha Amedê li dijî binpêkirinên mafan greva birçîbûnê 2022-04-14 18:17:51 AMED - Girtiyên di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de li dijî îşkence û binpêkirinên mafan ji bo 3 rojan greva birçîbûnê dan destpêkirin û bang li rêxistinên civaka sivîl kirin.  Girtiyên siyasî yên di Girtîgeha Amedê ya Jimare 1'ê de li dijî binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê kirin. Hat ragihandin ku çalakiya greva birçîbûnê îro dest pê kiriye û dê 3 rojan bidome.    Beran Eman a 23 salî ku li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve ya di 14'ê Adara 2016'an de hat îlankirin de hatiye girtin û 35 sal û 10 meh ceza lê hatiye birîn, telefonî malbata xwe kir.    Eman, diyar kir ku di demên dawî de îşkence pir zêde bûye û danê sibehê gardiyan avêtine ser qawîşên wan û belesebeb bela xwe di girtiyan dane û gef li wan xwarine û gotine "Hûn ê hêza dewletê bibînin." Eman, bibîr xist ku di demên dawî de li girtîgehê nêzîkatiyên kêfî yên gardiyanan pir zêde bûne û li Bloka C'yê bi dehan gardiyan girtî Umît Ozkan, Mehmet Kasim Aslan û Dogan Ozbahçeçî ji qawîşê derxistine û birine cihekî kamera lê tune ne û li wir li wan xistine.    Eman, ragihand ku girtiyan rapora derbkirinê girtine û paşê girtiyan birine qawîşeke din. Eman, bilêv kir ku piştî pêkanînên îro yên danê sibehê li Girtîgeha Jimare 1'ê ji bo sê rojan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û ger îşkence bi dawî nebin dê greva xwe veguherînin greva bêdem.    Eman ji bo tespîtkirina pêkanînên li girtîgehê bang li Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasan a Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) kir.