Xwediyê Îmtiyazê yê Xwebûnê Esen hate binçavkirin 2022-04-15 07:22:00 AMED - Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen hate binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike Kadrî Esen a li navçeya Yenîşehîr a Amedê de girtin û ew binçavkirin. Esen ê bi hêceta pîrozbahiyên Newroza 2022’yan hate binçavkirin, ji bo îfadeya wî bigirin birin qereqola polîsan.