Xizmên girtiyan: Em ê dev ji daxwaza xwe ya edaletê bernedin 2022-04-15 09:09:58 AMED - Xizmên girtiyan ku li Amedê nobeta edaletê digirin, destnîşan kirin ku heta edalet pêk neyê wê dev ji daxwaza xwe edaletê bernedin û ev tişt gotin "Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê dev ji têkoşîna xwe bernedin." Malbatên girtiyên nexweş û girtiyen ku înfaza wan hatiye şewitandin û nayên berdan li Amed, Wan, Îzmîr û Stenbolê bi daxwaza ku edalet pêk bê û zarokên wan bên berdan nobeta edaletê digirin. Nobeta Edaletê ya li Amedê 5 meh li pey xwe hişt. Xizmên girtiyan her hefte li ber derê Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Amedê, Edliyeya Amedê û Saziya Tiba Edlî (ATK) ya Amedê nobet digirin û daxwazên xwe dubare tînin ziman.   Reşahat Ada ku birayê we Hamdûsena Ada û Încî Guler ku birayê wê Abdulselam Guler ku di Girtîgeha Tîpa D a Amedê girtî ne û 5 meh in nobeta edaletê digirin, derbarê nobetê û daxwazên xwe de axivîn.    ‘HETA DILOPEKE XWÎNÊ DI CANE MIN DE HEBÊ’   Reşahat Ada, diyar kir ku heta edalet pêk neyê dê dev ji daxwaza xwe edaletê bernedin û wiha axivî: "Heta dilopek xwîn di canê me de hebê em ê dû rêça zarokên xwe bin. Em deyndarê wan in. Xwezî me 10 sal berê serê xwe bilind kiribûna. Lê em ê ji niha şûn ve dev ji têkoşîna xwe bernedin. Em zilm û zexta wan qebûl nakin. Em diçin ber girtîgehan bang dikin û dibêjin, 'bila înfaza zarokên me neyê şewitandin û zilm û zext li wan nebe'. Piştî 30 sal cezayê xwe diqedînin ji wan re dibêjin 'hûn poşman in an na'. Ev nayê qebûlkirin. Em diçin ber ATK'ê dibêjin, 'bila girtiyên nexweş bên berdan'. Em tenê ne ji bo zarokên xwe ji bo hemû dinyayê edalet, aşitî û wekheviyê dixwazin."   ‘PARTIYÊN SIYASÎ SOZA XWE PÊK NE ANÎN'    Di berdewamê de Ada, bi bîr xist ku li Enqerê û Amedê serdana sazî û partiyên siyasî kirine û sozê piştgiriyê dane wan lê sozên xwe pêk neanîne û ev tişt got: "Em hem li Enqerê hem jî li Amedê li sazî û partiyên siyasî geriyan. Soz dan me lê sozên xwe pêk neanîn. Heta niha partiyên siyasî tû gav neavetinê. Ji me re gotin, 'Em ê li cem we bisekinin û deng derxin'. Lê mixabin heta niha qet nehatine cem me û piştgirî jî nedane me. Banga me ji nûnerên partiyên siyasî re jî heye; wê edalet rojekê ji dayikên wan re jî lazim be. Heta Wezîrê Edaletê û Serokkomarê Tirkiyeyê çareseriyek nebînin em ê têkoşîna xwe ya edaletê bidomînin."    'BILA EDALET BI CIH BÊ'   Încî Guler jî bal kişand ser girtiyên ku înfaza wan hatiyê şewitandin û nayên berdan û derbarê mijarê de ev tişt anîn ziman: "Weke xizmên girtiyan ji bo ku dengê girtiyan bê bihîstin me li Baroya Amedê dest bi nobeta edaletê kir. Girtiyên ku 30 sal in li girtîgehan girtî ne û cezayê xwe qedandine bêyî sedem nayên berdan. Tu qanûnekî tûneye ku girtî piştî 30 salan neyên berdan. Tevî raporên xwe yên "nikare li girtîgehê bimîne" jî girtî nayen berdan. Ji ber vê me dest bi nobeta edaletê kir. Daxwaza me ew e ku girtiyên cezayê wan qediyane û girtiyên nexweş bên berdan. Qanûna wan çî ye bila pêk bînin. Bila edalet bi cih bê."    BANGA LI PARTIYÊN SIYASÎ   Guler, destnîşan kir ku heke partiyên siyasî piştgirî bidina wan dê dengê wan bêtir bihatina bihîstin û ji bo piştgiriyê ev bang li partiyên siyasî kir: "Divê partiyên siyasî li cem me bûna û li dijî bêedaletiyê wan jî deng derxistina. 5 mehên me qediyan ku em di nobeta edaletê de ne. Heke parlamenterên partiyên siyasî jî bi me re bûna, ji bo pêkanîna edaletê wê bêhtir deng derketina."   MA / Mahmût Altûntaş û Ceylan Şahînlî