Li herêmê beranberiya 'mafê jiyanê': Mafê nekuştinê! 2022-04-15 09:11:15 AMED - Li herêmê di 10 salên dawî de 22 zarok bi wesayîtên zirxî hatine kuştin. Parêzer Mehmet Emîn Gun got: "Kiryar li ser navê 'gelê tirk' sûc dikin, vêca em ê zarokên kurd ên dimirin deynin kîjan hêlê?"  Li gor daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), di şert û mercên şerê çekdarî yê di navbera 2011 û 2021'ê de bi giştî 228 zarok jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan nêzî 30 heb jê temenê wan di navbera 0-5 salan de ye. Li gor rapora "Binpêkirina Mafên Zarokan ên Ji Ber Wesayîtên Zirxî, Mayin, Şer-Pevçûnê" ya Navenda Mafên Mirovan a Baroya Amedê, di 11 salên dawî de ji ber wesayîtên zirxî, mayin û teqîna bermayiyên şer 67 zarok jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan 66 jê li bajarên herêmê jiyana xwe ji dest dane. Ji van zarokan 22 jê jî bi wesayîtên zirxî jiyana xwe ji dest dane.    MAFÊ NEKUŞTINÊ   Serokê Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Mehmet Emîn Gun, destnîşan kir ku ew mafê jiyanê bi taybetî wekî "mafê nekuştinê" pênase dikin û got: "Di 10 salên dawî de ji ber wesayîtên zirxî 22 zarok jiyana xwe ji dest dane û 27 jê jî birîndar bûne. Ji ber mayinan jî 45 kes jiyana xwe ji dest dane û 45 kes jî birîndar bûne. Ev tenê zarok in, yanî ne mezin in. Lê gava em mezinan jî bihesibînin, dê hejmareke pir tirsnak derkeve holê."    ‘NE TESADUF E'   Gun, destnîşan kir ku zarokên jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne hema bibêje hemû li hin herêmên berbiçav jiyana xwe ji dest dane yan jî birîndar bûne û got: "Û ev hemû zarokên kurdan e. Ev ne tesaduf e. Ev tê wateya ku li van deran wesayîtên zirxî pri tên bikaranîn. Ev yek nîşan dide ku mayinên di bin erdê de hema bibêje hemû li vê herêmê ne. Ev yek nîşan dide ku bermayiyên şer û pevçûnan hemû li vê herêmê ne. Aşkere ye, ev der herêma şer e. Jixwe gava em li tabloya binpêkirênên mafan mêze bikin, em ê bibînin ku gava şer û pevçûn zêde bûne mirin an jî birîndarbûn jî zêde bûne. Mesela di navbera 2015-2016'an de pir zêde bûne. Ên herî zêde zirar ji vê pêvajoya şer dîtine û mexdûr bûne zarok in."    DARAZ   Gun, bal kişand ser helwesta darazê ya ji bo van bûyeran jî û destnîşan kir ku gava kiryar esker û polîs bin dewlet wan diparêze û got: "Ji lew re ew kiryar hemû dewletê temsîl dikin. Gava welatî mafê jiyanê binpê bikin dibin kujer, lê esker û polîs bikin tên beraetkirin ku me di dosyeya Efe Tektekîn de ev yek dît. Ev biryareke tirsnak bû. Em ferz bikin di qezayeke trafîkê de sûcdar hûn bin jî hûn beraet nakin. Lê mixabin daraza ku peywira xwe ya sereke ji bîr kiriye her tim kiryaran bi zirxî bêcezatiyê diparêze.    ‘EM Ê KESÊN DIMIRIN DEYNIN KÎJAN HÊLÊ?'   Gun, destnîşan kir ku kesên ku wesayîtên zirxî bi kar tînin piştî wextekê pêwendiya wan bi rastiyê re namîne û ji ber ku dizanin dê neyên cezakirin bi rihetî tevdigerin û bal kişand ser parastina polîsê Efe Tektekîn kuştibû. Gun got: "Gava dadgehên tirk biryarê didin, bi gotina 'li ser navê gelê tirk' dest pê dikin. Polîsê ku Efe kuşt, gava li hêwana danişînê xwe parast got, 'Ez zarokekî gelê tirk im.' Îja em ê zarokê ku mir deynin kîjan hêlê? Yanî ew jî zarokekî gelê kurd e. Kesê li ser navê dewletê, li ser navê gelê tirk sûc kir, li ser navê gelê tirk biryara beraetê girt. Xulaseya bûyerê ev e. A rast daraz cesaretê dide wan. Polîtîkaya bêcezatiyê kiryaran cezb dike. Esker û polîsên li ser navê dewletê dixebitin, tişta ji bo me sûc e, ji bo w peywir e û li gor vê hereket dike û ji ber vê ji aliyê dadgehên tirk ve nayê cezakirin. Ji lew re gava bê cezakirin dê careke din kesekî ku li ser navê wî sûc bike peyde neke. Wateya bêcezatiyê ev e."    MA / Omer Çelîk