Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Islehiyeyê di roja 10’an de didome 2022-04-15 11:14:01   DÎLOK - Li Girtîgeha Tîpa T a Islehiyeyê 4 girtiyan ji ber binpêkirinên mafan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kiribûn. Çalakiya girtiyan di roja 10’an de berdewam e.    Girtiyên bi navên Îlhamî Îşçî, Ugur Urun, Zennar Demîr û Hîccet Umuî yê ji rojhilatê Kurdistanê, ji ber binpêkirinên mafan, li Girtîgeha Tîpa T a Islahiye ya Dîlokê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 10’an de berdewam dike. Girtiyên navborî demek berê ji Girtîgeha Mêrdînê veguhestibûn Girtîgeha Islehiyeyê û di ketina girtîgehê de lêgerîna tazî li wan hatibû ferzkirin. Li ser vê yekê girtiyan bi rêya parêzerên xwe serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Dîlokê dabûn. Di serlêdana xwe de girtiyan ev agahî dabûn: “Di jimartiyên rojane de şêweyê leşkerî li me tê ferzkirin. Dema em ji bo hevdîtina bi telefonê yan jî hevdîtinên din diçin, li me ferz dikin ku mîna leşkeran bên û biçin. Dema em van sepanan red dikin jî êrişî me dikin. Pirsgirêk û binpêkirinên li vê derê li gorî yên li girtîgehên din zêdetir in. Ji bo protestokirina van binpêkirina me di 6’ê nîsanê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger kir.”    Têkildarî mijarê parêzeran agahî dan û dan zanîn ku di dema greva birçîbûnê de rêveberiya girtîgehê pêwîstiyên girtiyan ên weke şekir, xwê û lîmonan pêşwazî nake. Parêzeran, got ku çalakiya greva birçîbûnê bi şêweyê “rojiya mirinê” didome û ji ber van binpêkirinan jî serî li ÎHD’ê dane ku bi rêveberiya girtîgehê re hevdîtinê bikin.    Şaxa ÎHD’ê ya Dîlokê dê têkildarî mijarê di 18’ê nîsanê de biçe girtîgehê û hem bi girtiyên di greva birçîbûnê de û hem jî bi rêveberiya girtîgehê re dê hevdîtinê bike.