Dadgeha Bilind dozeke di nava doza girtina HDP’ê de xera kir 2022-04-15 13:16:22 WAN - Dozeke ku di nava doza HDP’ê ya li AYM’ê de weke “sûc” dihat nîşandan, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin.    Doza ku di nava doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku niha li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hêj didome de weke “sûc” dihate dîtin, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate xerakirin. Di sala 2015’an de ji ber axaftineke di çalakiyekê de kiribû, derheqê Cîgirê Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdurrahman Dogar de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê dihate dîtin. Şandeya dadgehê 6 dozên Dogar kiribûn yek dosya û biryar dabû.    HÊMAYÊN PROPAGANDAYÊ ÇÊNEBÛNE    Piştî ku cezayê Dogar li Dadgeha Îstînafê hatiye erêkirin, parêzeran doz veguhest Dadgeha Bilind. Dadgeha Bilind di biryara xwe da destnîşan kir ku bi gotina Dogar a “Rêber Apo dîlê dewleta tirk e û li zindanên wan li ber xwe dide” re hêmayên sûcê “Propagandaya rêxistinê” çênebûne. Her wiha di biryarê de hat gotin ku dadgeha herêmî di nirxandina delîlan de ketiye nava xeletiyan û lêkolîneke baş nekiriye.    Dosyaya ku ji hêla Dadgeha Bilind ve hatiye xerakirin dîsa ji dadgeha herêmî re şand.