Ferît Şenyaşar: Yên ku netêkoşin hem maf û hem jî rûmeta xwe winda dikin 2022-04-15 13:43:59 RIHA – Çalakiya Nobeta Edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 403’yan de jî berdewam kir. Malbatê diyar kir ku ne rojî û ne jî taetê kesên dibin şirîkê zilmê qebûl nabin û ev peyam da: “Yên ku li hemberî zilmê netêkoşin, hem mafê xwe û hem jî rûmeta xwe winda dikin.”  Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 403’yan de berdewam kir. Emîne û Ferît Şenyaşar di saetên serê sibehê de ji Pirsûsê çûn pêşiya Edliyeya Rihayê û li “Quncika edaletê ya malbata Şenyaşar” dest bi çalakiya xwe kirin. Malbatê li qada çalakiyê ev pankart daliqand: “Di sala 2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê 3 kes hatin qetilkirin. Yê ku komkujî birêxistin kirî parlamenter bû lewma ev bû 4 sal ku hêj yek kes nehatiye girtin. Ji bo heq, hiqûq û edaletê ev zêdetirî saleke em li pêşiya Edliyeya Rihayê ku serdestan diparêze, nobeta edaletê digirin.”    ÇÛ SERDANA BIRAYÊ XWE YÊ DI GIRTÎGEHÊ DE   Di çalakiyê de Ferît Şenyaşar axivî û da zanîn ku Nobeta Edaletê di bin zilmê de didomînin. Şenyaşar, bi domdarî wiha got: “Ez çûm serdana birayê xwe Fadil ku ev zêdetirî 4 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin. Birayê min awayekî derhiqûqî tê ragirtin. Rewşa wî li gorî şertên heyî baş e. Birayê min her tim bi hêvî ye ku dê edalet pêk bê û were berdan. Bi çar çavan li benda wê rojê ye. Em jî li gel dayika xwe bo vê yekê ev saleke nobeta xwe didomînin.”    HETA EDALET PÊK TÊ EM Ê NEÇIN   Şenyaşar, anî ziman ku bêhiqûqiya heyî ji hêla Tirkiye û xelkê Rihayê ve ji nêz ve tê şopandin û wiha domand: “Li nava nexweşxaneyê ambûlansek parçe parçe kirin û 3 kes li nexweşxaneyê hatin qetilkirin. Lê tevî ku bi ser re 4 sal derbas bûn jî heta niha yek kes nehatiye girtin. Gelo kîjan hiqûqnas, pergala darazê yan jî dozger vê yekê bi hiqûqê îzahet bike. Îzaha vê tune ye. Tenê wateyeke vê heye ku ew jî li Qesra Edaletê ya Rihayê hiqûqa serdestan di meriyetê de ye. Îro rojeke mimbareke, în e. Demek berê serdozger li wesayîta xwe ya luks siwar bû û ji bo kirina nimêja înê li ber me re derbas bû. Piştî xutbê jî dê mela bibêje; ‘Xwedê edaletê emir dike.” Hem dê bibî şirîkê vê zilmê û hem jî dê biçî nimêja înê! Ev her du tişt pêkve nabin. Taet û rojiyên van kesan qebûl nabin. Heta edalet pêk tê jî ez û dayika xwe dê li ber deriyê edliyeyê neçin.”    ‘YÊN KU NETÊKOŞIN DÊ RÛMETA XWE WINDA BIKIN’    Malbatê li ser hesaba xwe ya medyaya civakî hesabên Abdullah Erîn, Lijneya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSK) û Wezareta Edaletê etîket kir û wiha got: “Têkoşîna li dijî neheqiyê zehmet e. Lê heke ev têkoşîn neyê kirin, li gel mafê xwe her wiha mirov rûmeta xwe jî winda dike. Em ê nehêlin ku bêedaletiya li pêşiya Edliyeya Rihayê bê rewakirin.”