Tedawiya 2 zarokên ku birîndar bûbûn didome 2022-04-15 14:09:34   ŞIRNEX - Tedawiya pismamên hev Sercan û Murat E. yên ku di encama teqîna cîsmekî de birîndar bûbûn, li nexweşxaneyê didome.   Li gundê Kîwex yê girêdayî navçeya Hezex a Şirnexê Sercan E. (15) û Mûrat E. (15) yên dema ku heywanên xwe yên windabûyî digeriyan, di encama têqîna cismekî ku dîtin de birîndar bûbûn. Piştî ku welatiyên derdorê ferq kiribûn Sercan û Mûrat E. bi ambûlansê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Hezexê.    Sercan E. îro ji bin çokê xwe emeliyat bû. Hat hînbûn ku cendermeyan duh îfadeyê herdû zarokan girtiye. Tedawiya her dû pismaman a li nexweşxaneya dewletê berdewam dike.