Şaxa ÎMO ya Amedê: Şaredariya Rezanê sûc dike 2022-04-15 16:53:59   AMED - Şaxa ÎMO ya Amedê derheqê bûyera Mizgefta H. Bakî Çelîk de daxuyanî da û got: “Bila hemu kes bizane sûcdarek hebe, ew jî şaredariya Rezanê ye."   Şaxa Endezyarên Înşaetê ya Amedê ya girêdayî Odeya Endezyar û Mîmaran a Tirk (TMMOB), derheqê bûyera hilweşîna Mizgefta H. Bakî Çelîk a li Taxa Bagcilar a Rezan a Amedê ku yek jê giran bi giştî 6 karker birîndar bûbûn, li avahiya xwe daxuyaniyek da.    Sekreterê Koordînasyona Navendî yê TMMOB a Amedê Dogan Hatun da zanîn ku mizgeft bi qaçaxî tê çêkirin û wiha got: “Kesên li wir tên xebitandin jî bi qaçaxî tên xebitandin. Li wir rant heye û xwarina keda kedkaran heye. Lê kesekê bi wir eleqedar bibe tune ye. Me beriya niha jî gotibû ku qeyûm çavên xwe li van tiştan digire. Çi pirsgirêka me bi çêkirina mizgeftê nîne. Lê pirsgirêka me bi çêkirina avahiyên qaçax heye ku bêyî ku tevdîrek bê girtin karker tên xebitandin. Em ê nehêlin kesek bi navê olê me bixapîne. Divê hemû kes baş pê bizane ku heke di vê bûyerê de sûcdarek hebe, ew jî Şaredariya Rezanê ye. Divê hemû avahiyên qaçax bên kontrolkirin. Ev berpirsyariya wan a li hemberî gel e. Bi çûyîna serdana karkeran re hûn dê nekarin xwe ji vê berpirsyariyê xelas bikin.”    EM Ê HESAB BIPIRSIN    Hatun, diyar kir ku dê derheqê mijarê de dozê vekin û wiha pê de çû: “Ji bo 3-5 qirûşan hewce nake hûn xetereyê li ser jiyana karkeran çêbikin. Nebin sedema mirina karkeran. Dê sibe du sibe hesabê bidin. Em ê li dozgeriyê serlêdana sûc bikin.”   ‘DIVÊ LI GORÎ QANÛNAN TEVBIGERIN’   Sekreterê Şaxa ÎMO ya Amedê Ejder Akça jî di daxuyaniyê de ev tişt anî ziman: “Di qanûnan de bi berfirehî tê gotin bê ka avahiyek çawa tê çêkirin. Lê kesên ku ev proje amade kirine, li gorî wan qanûnan tevnegeriya ne. Di çêkirina Mizgefta H. Bakî Çelîk de pêvajoyên teknîkî paşguh kirine. Beriya her tiştî divê rêveberiyên giştî li gorî qanûnan tevbigerin. Divê di serî de şert û mercên wekî guncavbûna erd, rêgezên zanistî, destûra avakirinê, berpirsyariya cih, çavdêriya avahiyan û hwd. pêk bînin. Heke ev şert û merc anîbûna cih, dê li Mizgefta H. Bakî jî ev felaket pêk nehatibûya. Ji bo ku berpirsyarên vê bûyerê bên darizandin, ya ku ji destê me tê em ê bikin.”