Girtiyê ji ber dermanên xwe xwestin lêdan, şandin Erziromê 2022-04-16 09:58:05   MÊRDÎN - Hate diyarkirin ku girtiyê nexweş Hasan Aşa yê ji sedî 91 astengdar e û beriya niha li Girtîgeha Amedê înfaza wî hatiye şewitandin, ji ber bertek nîşanî nedayîna dermanên xwe daye li wî dane û sewqî Erziromê hatiye kirin.    Hat hînbûn ku yek ji girtiyên nexweş ê giran Hasan Aşa yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê înfaza wî hatibû şewitandin, hefteya borî li girtîgehê hatiye derbkirin. Hate zanîn ku di encama lêdana 15 gardiyanan de dest û hin hestiyên piştê yên Aşa şikestine û destên wî xistine alçiyê de. Aşa, piştî tiştên qewimîn bêrî ku malbata wî were agahdar kirin, sewqî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Dûmlû ya Erziromê hatiye kirin.    AGAHÎ NEDAN MALBATÊ    Malbata Aşa yê ji sedî 91 fonksiyonên laşê xwe windakirine û nexweşê diyalîzê ye, hefteya derbasbûyî ji bo ku hevdîtina vekirî heye an nîne li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 1’an a Amedê geriya. Lê ji malbatê re hate gotin ku girtiyekî bi navê Hasan Aşa di girtîgehê de nîne. Li ser vê yekê malbata ku bifikar bû lêgerînên xwe domandin. Piştî ku malbatê cihê Aşa nizanî xwe gihandin parêzerê wî. Malbatê bi rêya parêzer hîn bû ku Aşa sewqî Erziromê hatiye kirin û vê hefteyê bi telefonê pê re axivîn.    HESTIYÊN WÎ ŞIKESTIN   Aşa yê di hevdîtina telefonê de tiştên jiyan vegotin, ragihand ku ji ber gardiyanan dermanên wî yên pê pêdiviya wî hebûn nedanê di nava wî û gardiyanan de niqaşek derket. Aşa, diyar kir ku di encama niqaşan de 15 gardiyan ketin qawişê û li wî dan. Aşa, da zanîn ku di encama lêdanê de sewqî nexweşxaneyê hatiye û hestiyên destê wî û 2 hestiyên pişta wî şikestine. Aşa, anî ziman ku ji ber şikestinê destên wî xistine alçiyê û bêyî tedawiya wî bê kirin sewqî Girtîgeha Dûmlû ya Erziromê hatiye kirin.    TILIYÊN WÎ DIRIZIN   Aynûr Aşa, diyar kir ku rewşa hevjînê wê nebaş e, ji ber tiştên qewimîne bifikar in û bang li Wezareta Dadê kir. Aşa, xwest ku tiştên li hevjînê wê hatine kirin bên lêkolînkirin û bi lêv kir ku cezayê wî xelas bûyê divê were berdan. Aşa, bal kişand ku hevjînê wî ji sedî 91 astengdar e û wiha got: “Ji xwe 2 sal in tena serê xwe di hucreyê de tê ragirtin. Tiliyên wî jî dirizin. Raporên wî her tiştên wî hene.”   MA / Ahmet Kanbal