‘Berxwedana gel kumpasa wan pûç kir’ 2022-04-16 11:43:13   ŞIRNEX - Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart ku piştî hatibû binçavkirin hate berdan, diyar kir ku tê xwestin ku partiya wan krîmînalîze bikin û wiha got: “Xwestin me hemûyan bigirin lê berxwedana gelê me ev kumpas  pûç kir.    Polîdan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê daye destpêkirin de di 11’ê Nîsanê de bi ser avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîrê û gelek malan de girtibûn. Di serdegirtinan de Hevserokê HDP’a Cizîrê jî di nav de 9 rêveberên HDP’ê hatibûn binçavkirin. Li dijî vê yekê welatiyên Cizîrî li pêş avahiya HDP’a Cizîrê çalakiya nobetê dabûn destpêkirin. Bi hezaran kesan serdana çalakiya nobetê ku 3 rojan berdewam kir, kirin. Rêveberên HDP’ê yên li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê dihatin ragirtin di 13 û 14’ê Nîsanê de ji aliyê dadgehê ve hatin berdan.    Hevserokê HDP’a Cizîrê Mesût Nart û Dayika Aştiyê Esmer Çikmaz tiştên ku serdegirtinên malan û di bin çavan de jiyan vegotin.    Nart, diyar kir ku polîsên ku hatine mala wan berê çekan dane wan, qîr kirine û wiha got: “Li malê zarokên min ku yê herî biçûk 5 salî bû hebûn. Bi ketina malê ya polîsan a bi vî awayî gelek tirsiyan . Di lêgerîna malê ya bêhiquqî de dest danîn ser telefona min, a hevjîna min û zarokê min.”   ‘DENGÊ BERXWEDANÊ HATE BIHÎSTIN’   Nart, bi bîr xist ku 3 rojan di bin çavan de maye û di bin çavan de hin materyalên dema serdegirtina partiya wan a di 11’ê Kanûna 2021’an de hatibûn desteserkirin ji wî pirsîne. Nart, da zanîn ku hin rojname û kovar ê bi destûra dewletê derdikevin hewldane weke weşanên îllegal bidin nîşandan û wiha berdewam kir: “Bi vê serdegirtina avahiya partiya me xwestin partiya me krîmînalîze bikin û hewl dan ji doza girtina partiya me re malzemeyan peyda bikin. Pişt re hat dîtin ku ev serdegirtin vala derket. Gelê me di vê pêvajoyê de bi berxwedaneke mezin bû bersiv. Dengê berxwedana gelê me ya li pêş avahiya partiya me daye destpêkirin, heta nezareta Miduriyeta Polîsan a Şirnexê ku em lê dihatin ragirtin hat. Me dît ku ji polîsan heta dozger ev deng hatiye her kesê. Amadekariyên kumpasekê hebûn hewl dan me hemûyan bigirin lê berxwedan û xwedî derketina gelê me ev kumpas pûç kir. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”   ‘HEQARET KIRIN’   Yek ji kesên di serdegirtinên malan de hatibû binçavkirin jî endam Meclîsa Dayikên Aştiyê û rêvebera HDP’a CizîrÊ Esmer Çikmaz bû. Çikmaz a ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê emeliyat bibû, di meşê de zehmetiyê dikişîne, diyar kir ku polîsan serê sibê saet 05.00’an de bi ser mala wan de girtine û wiha got: “Bi awayekî zalimî bi ser mala me de girtin. Hemû mal ser û bin kirin.”   Çıkmaz a di qedexeyên derketina kolanan a di sala 2016’an de li Cizîrê hatibûn îlankirin de zarokên xwe yên bi navê Yasemîn û Vahap Çikmaz winda kirin, bi lêv kir ku polîsan dema lêgerînê de li wêneyên zarokên wê yên bi dîwarî ve daliqandî nêrîne û heqaret li wan kirine. Çikmaz, ragihand ku ev tişta hate kirin zilm e û wiha berdewam kir: “Eleqeya vê tişta hatiye kirin bi mirovatiyê re nîne. Heqareta li mirovekî ku jiyana xwe ji dest daye tê kirin, derveyî mirovahiyê ye.”   ‘BILA KES QALA EDALETÊ NEKE’   Çikmaz, destnîşan kir ku bi zextên li ser partiya wan dixwazin gel bitirsînin û got: “Bi van zextan hewl didin me bitirsînin lê her carê jî em bihêztir derdikevin. Em 30 sal in bi van zextan re têdikoşin. Beriya niha gundên me şewitandin û em bi darê zorê derxistin. Niha jî her tim zextan dikin û hewl didin me bitepisînin. Haydê we em binçavkirin we çima bi awayekî hovane bi ser partiyê de girt? Ev tişta hatiye kirin ne mirovatiye. Bila kes qala edaletê neke.”   MA / Omer Akin