Midûriyeta Girtîgehan ji bo girtiyê nexweş Ozkan parastina ‘xemsarî nîne’ kir 2022-04-16 14:50:21   ENQERE – Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan îdia kir ku ji bo girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan tu xemsariyek tune ye û ew di çarçoveya feraseta cezayê hemdem de tê ragirtin.    Ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 55 parlamenter, di 28’ê gulana 2021'an de ji bo girtiyên nexweş ê rewşa wî giran e Mehmet Emîn Ozkan ê 25 sal in girtî ye û nikare êdî bi rê ve jî biçe, ji ber bi kelemçekirî hatibû tedawîkirin biribûn rojeva Meclisê û serî li Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclisê dabûn.    BERSIV HAT DAYÎN    Komîsyona Mafê Mirovan têkildarî serlêdana parlamenteran nivîsa ku ji Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan hatibû ji parlamenter Dîrayet Dîlan Taşdemîr, Omer Faruk Gergerlîoglu, Dersim Dag, Alî Kenanoglu, Murat Çepni, Garo Paylan, Remziye Tosun, Sait Dede, Fatma Kurtulan, Omer Ocalan, Pero Dundar, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Huseyin Kaçmaz û Erol Katircioglu re şand.    XEMSARÎ NÎNE!   HDP têkildarî bersiva ku ji parlamenteran re hatiye şandin daxuyaniyek nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di warê daxwazên serlêdanê de tu bersivek bi qalîte ji wan re nehatiye. Di daxuyaniya HDP’ê de hat diyarkirin ku Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan îdia kiriye ku di muayene û tedewîkirina Mehmet Emîn Ozkan de tu “xemsarî” ango binpêkirin tune ye û ew di çarçoveya feraseta cezayê hemdem de tê ragirtin.