Hat xwestin ku girtiyê nexweş Yalçin bê berdan 2022-04-16 15:55:13   ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî xwest cezayê girtiyê nexweş ê rewşa wî giran Adnan Yalçin bê taloqkirin û bê berdan.    Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî di hefteya 397’emîn de li ber avahiya ÎHD’a Enqereyê ji bo bale bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyanî da çapemeniyê. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a Navenda ÎHD’ê Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend û bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê giran Adnan Yalçin ê ku bi nexweşîna penceşêrê ketiye.      Çevîrmen anî ziman ku nexweşiyên giran û kronîk ên Yalçin hene û ji sala 2005’an vir ve tevî ku nexweş e jî nayê berdan û ew ketiye rewşek ku nikare bi rê ve here û ew bi alîkariya hevalên xwe dijî. Çevîrmen anî ziman ku Yalçin li Nexweşxaneya Amedê ya Gazî Yaşargîlê ji roviyan emeliyat bûye û di kêliya emeliyatê de krîza dil derbas kiriye û tevî van nexweşîn û rewşa wî jî Saziya Tiba Edlî rapora “dikare di hepsê de bimîne” daye Yalçin. Çevîrmen xwest cezayê Yalçin ê niha li Girtîgeha Dîlokê girtî ye bê taloqkirin û tavilê bê berdan.