PENa Kurd: Em binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar dikin 2022-04-16 17:11:04   AMED - PENa Kurd, binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermezar kir û got: "Ew ê wiha nikaribin rastiyên heyî veşêrin."    Xwediyê Îmtiyazê yê rojnameya Xwebûnê û rojnamevan Kadrî Esen duh di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatibû destpêkirin, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Esen îro li Midûriyeta Polîsan a Amedê îfade da û pişt re hat berdan.     PENa Kurd, têkildarî binçavkirina rojnamevan Esen de bi awayekî nivîskî daxuyanî da û binçavkirina wî şermezar kir.    PENa Kurd di daxuyaniya xwe de got: "Ev çend salên dawî, bi îmkanên teknîkî rojnameger û rewşenbîr gelek rastiyên veşartî û rûdanên çewt ên ku li 4 aliyên welatê me Kurdistan li pey hev diqewimin radixînin ber çavan. Bi hişkerekirina bûyeran, êrîşên li himberî Kurdan di raporên navnetewî de jî têne ziman. Loma, girtin û gefên li ser rojnamevan û nivîskarên Kurd li hundir û derveyî welat, bêsekin û bi zêdebûn berdewam dikin."    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin kirin ku li Tirkiyê girtin, îşkencekirin û bergiriya nasname, dîroknasî û kevneşopiyên gelê kurd gihaye lûtkeya herî bilind û wiha hat gotin: "Her çend rojan qefleke bijartî yên Kurd têne girtin, di zindanan de muameleyên hovane têne meşendin; lê dîsa jî nikarin doza kurdan ya xwedî bingeheke xurt bisekinînin. Bi wateyek din em bi kiryarên wiha re pê dihesin ku bi hişkerebûna rastiyan re 'bêhêziya dewletên dagîrker' û ji hêla din jî 'bihêzbûna doza Kurd a hemû alî' bi zelalî tên xuyakirin."    Di berdewama daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Navenda PENa Kurd binçavkirina Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bi tundî şermezar dike û wiha hat gotin: "Weke gelek caran, em dîsa bang dikin ku rayedarên dewleta Tirkiyê li cihê 'înkar, girtin û gefên xwe yên dehan salan' hebûna kurd û Kurdistan bipejirînin da ku dawî bi van kiryarên antîdemokratîk were. Ew ê wiha nikarîbin rastiyên heyî veşêrin."