Li Stenbolê îşkenceya li girtîgehan hat protestokirin 2022-04-16 19:06:59   STENBOL - Rêxistina HDP'ê ya Esenyûrtê bi meşekê îşkence û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan protesto kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Esenyûrt a Stenbolê, li Qada Cumhûriyetê ya Esenyûrtê mirina girtiyan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan protesto kir. Girseyê tim dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.    Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: "Di bin kontrola dewletê de di 3 mehên dawî de 15 girtî jiyana xwe ji dest dan. Bila girtiyên nexweş bên berdan. Girtiyên nexweş ên Saziya Tiba Edlî rapora 'dikare di girtîgehê de bimîne' dide wan hema bibêje bi mirinê re rû bi rû tên hiştin. Em miriyan nehejmêrin, wan bidin sekinandin. Daraz ji dêvla derbarê binpêkirina mafan de biryarê bide, radibe li hemberî girtiyan û li teref îdareya girtîgehê yan jî karmendên îşkenceyê dikin biryarê dide."    Çalakî bi çepikan û berzkirina dirûşmeyan, bi meşê bi dawî bû.