Velî Saçilik: Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin 2022-04-17 10:09:06   ŞIRNEX - Endamê MYK’a HDP’ê û yek ji berxwedêrên zindanan Velî Saçilik bal kişand ser binpêkirin û mirinên li girtîgehan û wiha got: “Em neçarin ku li dijî tecrîdê têbikoşin.”    Li gorî daneyên Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê, kapasîteya girtîgehên Tirkiyeyê 271 hezar û 823 kes in. Lê belê ji meha adara îsal ve li girtîgehên Tirkiyeyê bi giştî 314 hezar û 502 kes tên ragirtin. 43 hezar kes bi ser kapasîteya girtîgehan de niha tên ragirtin û li gel vê yekê, binpêkirinên li girtîgehan jî her ku diçe zêdetir dibin. Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD); 604 jê giran niha bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û ji sala 2021’an heta niha herî kêm 59 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de li gorî daneyên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV); di 4 mehên destpêkê yên sala 2020’an di çileyê de 3, di sibatê de 4, di adarê de 5 û di meha nîsanê de jî 3 girtiyan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Ji bo gelemperiya van mirinan, rêveberiyên girtîgehan weke sedem “krîza dil” û ji bo hinekan jî “întîhar” nîşan dan. Girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz di 12’ê nîsanê de li Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê ji bo mirina Yilmaz ji ewil got “krîza dil derbas kiriye” û demek piştre jî di rapora nexweşxaneyê de hat gotin ku “Yilmaz ji ber nexweşiyeke şewbê” jiyana xwe ji dest da ye. Lê di dîmenên li ser çapemeniyê hatine parvekirin de şopên birînê, xwîn, werimîn û parçebûnê hebûn     GIRTIYÊN KU DI 2022’YAN DE JIYANA XWE JI DEST DANE    Li gorî Rapora Binpêkirinên Mafan ên Rojane yên TÎHV’ê, navên kesên ku di sala 2022’yan de li girtîgehan bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane wiha ne:    MEHA ÇILEYÊ    * Girtiyê bi navê Mehmet Hanefî Bîlgîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dihat ragirtin. Ji bo berdana Bîlgîn 5 meh mabûn û ev 30 sal bûn di girtîgehê de bû. Bîlgîn, di 30’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da.    *Girtiyê bi navê Ramazan Turan (70) ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Wanê dihat ragirtin û 22 roj bûn di hucreya yekkesî de bû, di 21’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê bi navê Mûrat E. ku li Girtîgeha Tîpa M a Wanê dihate ragirtin, di 13’ê çileyê de jiyana xwe ji dest da.    MEHA SIBATÊ   * Girtiyê nexweş Turgay Denîz (39) ku li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Metrîs a Stenbolê dihat ragirtin, piştî ku rewşa wî giran bûyî rakirin nexweşxaneyê û di 2’yê sibatê de jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê bi navê Sezen Alan di 20’ê sibatê de li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê bi navê Îsa Yaşar (57), li Girtîgeha Tîpa T a Kirikkaleyê jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê bi navê Taner Işildan di 23’yê sibatê de li Girtîgeha Tîpa M a Bîlecîkê jiyana xwe ji dest da.    MEHA ADARÊ    * Girtiyê bi navê Ercan Eke (35) di 6’ê adarê de li Girtîgeha Şakran a Alîaga a Îzmîrê jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê nexweş Hayrî Karaş ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihat ragirtin, 10 roj piştî berdanê di 15’ê adarê de li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê bi navê Sînan Kaya (28) ku li Girtîgeha Tîpa S a Îdirê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, di 20’ê adarê de jiyana xwe ji dest da.    *Girtiyê bi navê Can Guder (20) di 22’yê adarê de li Girtîgeha Tîpa F a Wanê jiyana xwe ji dest da.    * Girtiyê bi navê Abdullah Boran (80) ku li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihate ragirtin, di 23’yê adarê de li nexweşxaneya ku dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da.    MEHA NÎSANÊ    *Girtiyê bi navê Mehmet Sevînç ku li Girtîgeha Akhîsar a Manîsayê di hucreya yekkesî de dihat ragirtin, di 3’yê nîsanê de jiyana xwe ji dest da.    *Girtiyê bi navê Ferhan Yilmaz û girtiyekî ku navê wî nehate zanîn, di 12’ê nîsanê de li Girtîgeha Tîpa L a Hejmar 5 a Sîlîvrî ya Stenbolê jiyana xwe ji dest dan.    Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Velî Saçilik ku di “Operasyonên Vegera Jiyanê” de li Girtîgeha Burdurê milekî wê jê hatibû kirin, têkildarî binpêkirinên li girtîgehan bi ajansa me re axivî.    ‘TECRÎD, LI HER DEVERÊ BELAV BÛ’    Valî Saçilik, bi bîr xist ku di dema 12’ê Îlonê de dema li dijî tecrîda ku darbekaran dixwest li civakê ferz bikin li ber xwe dida milê xwe winda kir û wiha got: “Dewletê dixwest bi tîpên F’yê re pergala tecrîdê têxe meriyetê ku kesek kesekî nebîne, kesek nebe şahidê mirin û zilma li hundir. Ji bo ku hem li hundir û hem jî li derve tecrîd berbelav nebe û civak teslîm neyê girtin, me jî li ber xwe da. Di roja me de tîpên F hatin çêkirin û tecrîd li her devera civakê berbelav bû.”    ‘DEWLET DIXWAZE CIVAKÊ TESLÎM BIGIRE’    Bi domdarî Saçilik anî ziman ku generalên ku tîpên F ava kiribûn, bi operasyonên Ergenekonê ketibûn van girtîgehan û wiha domand: “Lê bi dek û dolabên cuda xwe avêtin GATA’yan. Ji ber ku nekarîn li tîpên F bijîn. Gotin ku ev pergal nayê ragirtin. Di operasyonên 15’ê Tîrmehê de jî gelek ji van generalan ketin van girtîgehan. Piştre me bihîst ku van kesan întîhar kirine yan jî bi rengekî guman jiyana xwe ji dest dan. Di halê hazir de dewlet bi êrişa têkbirina giştî re dixwaze civakê teslîm bigire. Lewma jî girtîgeh veguherandîne. Bi hincetên weke ‘întîhar kir, ji nexweşiyê mir’, mirovan tune dikin. Çendek roj berê li Stenbolê cînayet kirin û gotinên wan derew derketin. Sedema ku em dixwazin tecrîdê bişikînin jî ev e. Heke girtiyên siyasî li girtîgehan bên kuştin û yên edlî bên îşkencekirin, ev nîşan dide ku dê tu carî demokrasî neyê, azadiya me bê bisînorkirin û hewayê tirsê serwer bikin.”    ‘SEDEMA QEWIMÎNÊN HEYÎ ZÎHNIYETA FAŞÎST E’    Di berdewamê de Saçilik diyar kir ku tecrîd ne tenê mayîna 10 an jî 30 hezar kesan a li cihekî girtî ye û wiha pê de çû: “Li ser van girtiyan, di heman demê de azadiya 83 milyon hemwelatiyên vî welatî tê dîlgirtin. Lewma em li dijî tecrîdê derdikevin. Sedema tunebûna milê min ê rastê, zîhniyeta MHP’ê ya faşîst e ku digot; ‘pirsgirêka li girtîgehan dikare bi 2 kîloyên siyanûrê bê çareserkirin.’ Niha jî zîhniyeta şirîkê wê AKP ye. Her kesê ku serî li ber vê rejîmê netewîne, dibe were girtin. Lewma em neçarin ku li dijî tecrîdê derkevin. Em neçarin ku li dijî tecrîda li Îmraliyê derkevin. Em neçarin li dijî tecrîda li tîpa F û ya li her qada civakê derkevin.”    ‘HEWCEYE EM LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊBIKOŞÎN’    Saçilik, destnîşan kir ku dijderketina tecrîdê peywira her mirovekî ye û axaftina xwe wiha xelas kir: “Ne ku em kurd an jî çepgirin lewma divê li dijî derkevin. Ji ber ku em mirov in lewma em neçarin ku li dij derkevin. Ji ber vê ye ku dijderketina tecrîdê, têkoşîna mirovahiyê ye. Têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Banga min ji bo hemû malbat, xizmên girtiyan û civakê ew e ku li dijî cînayet, îşkence û tecrîda li ser girtîgehan derkevin û li ber xwe bidin. Em dikarin bi ser kevin. Dema me pêşî li tecrîdê û mirina mirovan girt, wê demê em ê rojên gelek xweştir bibînin.”