Parlamenter Dede: Li ser xeta sînor nêçîra mirovan dest pê kiriye 2022-04-17 11:03:38   COLEMÊRG - Parlamenterê HDP’ê Saît Dede diyar kir ku komkujiyên li ser sînor têne kirin, polîtîkaya dewletê ye û wiha got: “Em niha bi pergaleke wisa rû bi rû ne ku bêyî bibêjin bê ka kî ji kîjan malbat, eşîr an jî partiyê ye, êrişî mafê jiyanê yê hemû kurdan tê kirin. Tekane rê ew e ku em bi hev re têbikoşin.”    Ciwanê bi navê Tahsîn Yalçin (21), li ser xeta sînor a di navbera navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Herêma Federal a Kurdistanê di encama gulebarana leşkeran de hate qetilkirin. Bi qetilkirina Yalçin re, kuştinên li ser sînor careke din kete rojevê. Bi taybet jî piştî ku AKP’ê hevdîtinên li Îmraliyê di navbera Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û dewletê de bi dawî kirin, bi hinceta “ewlehiya sînor” bi dehan kurd hatin qetilkirin. Li gorî çavkaniyên cuda, di navbera salên 2016-2022’yan de li seranserî Colemêrgê 3 jê zarok bi giştî 17 kes di encama gulebarana leşkeran de hatin qetilkirin û 17 kes jî birîndar bûn.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Colemêrgê Saît Dede têkildarî komkujiyên li ser xeta sînor bi ajansa me re axivî.    ‘POLÎTÎKAYEKE BIZANEBÛN E’   Saît Dede da zanîn ku dewlet, welatiyên ser sînor bi zanebûn qetil dike û wiha got: “Ji vê yekê mebest ew e ku herêmê vala bikin. Ev polîtîka bi zanebûn tê meşandin. Pîşesazî li vê herêmê tune ye, bazirganî tê qedexekirin û xelkê herêmê nikare ji yek xizmetên cemaweriyê sûd bigire. Van tiştan bes nabînin ku di nava rojê de welatî li nava baxçeyên xwe, li pêşiya malên xwe yan jî li geştê tên qetilkirin. Qadekî derhiqûqî ava dikin. Dixwazin xelkê herêmê dev ji herêm û gundên xwe berde. Êşên giran li ser xeta sînor hatin jiyîn û nêçîra mirovan dest pê kiriye. Gelemperiya kesên hatine qetilkirin, ji pişt ve hatine gulebarankirin. Her wiha bi awayekî dermirovî nêz dibin û nahêlin birîndar bên dermankirin. Tu kesê ku ji xwe re dibêje mirov, vê nêzikatiyê qebûl nake. Di nava êşê de jiyana xwe ji dest didin. Heta nahêlin ambûlans jî bên cihê bûyerê. Gelek bûyerên bi vî rengî hene. Bi taybet jî ev sepan li ser sînorê Rûbarokê heye.”    ‘FAÎL BI MERTALÊ NECEZAKIRINÊ TÊN PARASTIN’   Bi domdarî Dede diyar kir ku leşker “sûcê cînayetê”dikin û wiha domand: “Lê dadgeh, bi mertalê necezakirinê wan diparêze. Bêguman ev tenê çendek bûyerin ku haya raya giştî jê bûye. Baş e lê yên nehatine bihîstin? Gelek qereqol li Herêma Federal a Kurdistanê hene. Bi hinceta ‘binpêkirina sînor’ gelek kes tên qetilkirin. Di hinek bûyeran de cesedan kaş dikin û dibin deverên nêzî sînor. Walîtî, bêyî ku şerm û fedî bike dibêje; ‘binpêkirina sînor.’ Em jî ji walî dipirsin; erê baş e ma bedela binpêkirina sînor kuştin e? Hûn li gorî qanûnên kîjan dewletê tevdigerin? Hewl didin bi van gotinan, kiryarên xwe rewa bikin. Tevahiya van kuştinan, cînayet in. Lê mixabin dema em li pratîka darazê dinihêrin, dibînin ku bi mertalê necezakirinê tên parastin.”    ‘ŞEREKÎ PIRALÎ DI MERIYETÊ DE YE’   Di berdewamê de Dede destnîşan kir ku li dijî gelê kurd şerekî piralî tê meşandin û axaftina xwe wiha qedand: “Tekane rêya li hemberî vê zîhniyetê, têkoşîneke hevpar e. Sedema van bûyeran, israra polîtîkaya tundiyê ya di pirsgirêka kurd de ye. Neçareserkirina vê pirsgirêkê rê li ber bûyerên bi vî rengî yên dermirovî vedike. Li dijî gelê kurd şerekî topyekûn hatiye destpêkirin. Pergaleke wisa li pêşberî me ye ku bêyî bibêje ev kes ji filan malbat, eşîr an jî partiyê ye, mafê jiyanê yê hemû kurdan hedef digire. Hewceye em êdî vê rastiyê bibînin. Heke em nebin yek û bi hev re têbikoşin, dê ev bûyer her ti serê me bên. Tenê rêyek heye ku em vê lîstikê vala derxînin ku ew jî têkoşîna hevpar e. Em ê hesaba van bêhiqûqiyan tevan jî li pêşberî darazê ji wan bipirsin.”    MA / Hakan Yalçin