Malbata Şenyaşar: Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê 2022-04-17 11:38:51   RIHA - Malbata Şenyaşar di çalakiya Nobeta Edaletê ya îro de ev peyam parve kir: “Qanûn, di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê.”    Xizm û parastvanên parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana sala 2018’an de li Pirsûsê êrişî dikana malbata Şenyaşar kir. Di êrişê de hevjîn û du kurên dayika Emîne Şenyaşar hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar jî bi birîndarî xelas bû. Bi mebesta girtina kujeran û darizandina wan, Emîne û Ferît Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kirin. Çalakiya malbatê îro di roja 405’an de berdewam kir. Ji ber di dawiya hefteyê de edliye nayê vekirin, malbatê çalakiya xwe li Pirsûsê li mala xwe domand.    Malbata Şenyaşar li ser hesaba xwe ya medyaya civakî Walîtiya Rihayê etîket kir û ev peyam da: “Gelo heke komkujiya li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê hatiye kirin li bajarekê din bihata kirin, dîsa dê dozger bi heman rengî tevbigeriyan? Kesên ku êrişî ambûlansan kirin û birîndar li ser sedyeyê înfaz kiribûn, hêj jî tên parastin. Qanûn, li Rihayê di destê dozgeran de veguherîne şûrê zilmê.”