Li dijî avahiya HDP’ê ya Çukurovayê êriş hate kirin 2022-04-17 14:11:54   EDENE - Hinek kesên nasnameya wan nehat zanîn êrişî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Çukurovayê kirin. di encama êrişê de ziyanên madî çêbûn.    Hinek kesên nasnameya wan nehat zanîn êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çukurovayê kirin. Di encama êrişê de alayên HDP’ê hatin şewitandin û tabelaya avahiya partiyê hate jêkirin. Di êrişê de ziyan gihişt avahiya partiyê. Heta niha jî têkildarî êrişê kesek nehatiye binçavkirin.    Hêjayî bibîrxistinê ye ku di demên berê de jî avahiya partiyê rastî êrişan hatibû lê tu kesek nehatibû binçavkirin.