Êrişa li dijî HDP’a Edeneyê hate protestokirin 2022-04-17 16:39:22   EDENE - Êrişa li dijî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Çukurovayê bi daxuyaniyekê hate protestokirin. Di daxuyaniyê de Hevserokê HDP’a Çukurovayê Ergun Atlig diyar kir ku kî çi dike bila bike lê ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.    Şevên din hinek kesên ku nasnameya wan nehatiye zanîn êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çukurovayê kir. Li ser giliyê partiyiyan, polîs hatin cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Bi mebesta piştevaniya bi HDP’ê re, pêkhateyên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Behra Spî (AYKAY-DER),  Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Behra Spî (AATUHAY-DER), endamên Navenda Çanda Binevş, rêveberên Partiya Azadiya Civakî (TOP) û gelek endamên partiyê li pêşiya avahiya partiyê kom bûn û daxuyanî dan.    Girseyê ji ewil li şûna alayên HDP’ê yên hatine şewitandin, alayên nû hilayîstin û piştre jî daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de ji ewil Hevserokê HDP’a Çukurovayê Ergun Atlig axivî û wiha got: “Şevê din saet di navbera 21.00 û 23.00’yan de êrişî avahiya me kirin. Di êrişê de tabelayeka me û alayên partiyê hatin parçekirin. Em vê êrişa kirêt şermezar dikin. Ev êriş, êrişeke faşîstane û tirsonekî ye. Yên ku dixwazin me bi van êrişa têk bibin bila baş pê bizanin ku em ê vê têkoşîna xwe ya rewa bidomînin. Tu zext dê nekarin me têk bibin.”    SEDEMA ÊRIŞÊ DESTHILATDARÎ YE    Her wiha Hevserokê HDP’a Edeneyê Mehmeta Karakiş jî diyar kir ku sedema êrişên li ser partiya wan, encama polîtîkaya qirêjî û zimanê neftetê yê desthilatdariyê ye û wiha bi dawî kir: “Lê weke HDP’iyan em ê bi aram tevbigerin. Her çiqas em li dijî êrişan pir bisebir tevbigerin jî, heke me zêde bidin zorê em jî dê biteqin. Em ê vê bûyerê vekolin. Desthilatdarî neçare ku dev ji vî zimanê xwe yê li dijî HDP’ê berde. Nexwe heke vî zimanî neguherîne, wê demê em ê baş bizanin bê ka faîl kî ye û kî bi wan dide kirin.”    Daxuyanî bi dirûşmên “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Bila destên dirêjî HDP’ê dibin bişikên” bi dawî bû.