Li Wanê 101 penaber hatin binçavkirin 2022-04-17 20:27:52   WAN - Li Wanê di wesayîtekê de 101 penaberên Afxan ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin.    Li navçeya Bêgirê ya Wanê li nokteya lêgerînê ya leşkerî kamyonek hat rawestandin. Leşkeran di kamyonê de 101 penaberên ji Afxan kirin binçavan. Walîtiya Wanê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ragihand ku 101 penaber hatine binçavkirin û radestî saziyên eleqedar kirine û ajokarê kamyonê F.Ç. û kesek ku organîzatoriyê kiriye bi navê H.Ç. ji aliyê dadgehê ve hatine girtin.