Ji bo xwezaya xwe ji 7 salî heta 70 salî têdikoşin: Ev der xaka me ye 2022-04-18 09:00:37 SEMSÛR - Jinên ku di 70 saliya xwe de li hemberî kana mermerê li ber xwe didin diyar kirin ku ax ji bo wa pîroz e û wiha gotin: “Ev der axa me ye. Pêşeroja zarokên me ye. Tûtin ji destê me derxistin lê em xwezaya xwe nadin.”  Şîrketa MEDOS'ê dixwaze li gundê Malê Berdih ê girêdayî bajarokê Komir ê Semsûrê kana mermeran çêbike. Xelkê herêmê jî li dijî vê hewldanê bi bertek e û çalakiyan dike. Çalakiyên xelkê herêmê di roja 13’an de jî didome. Yên ku pêşengtiyê ji çalakiyan re dikin jî jin in. Jinên 70 salî ku di nava berxwedanê de cih digirin, derheqê mijarê de ji ajansa me re axivîn.  'EM NADIN KESEKÎ’   Ji çalakvanan Gonlu Bozkurt (75), tevî gelek nexweşiyên xwe jî her roj berê xwe dide cihê çalakiyê û beşdarî çalakiyê dibe. Bozkurt, anî ziman ku cihê dê kana mermerê li ser bê çêkirin, erdê şêniyên gund e û wiha got: “Em xaka xwe nadin kesekî. Em li ser vê axê daran berhev dikin. Ev der cihê lîstina zarokên me ye. Heke em vê derê bidin gelo em ê çi bixwin? Em ê çima bidin? Em bên kuştin jî em ê dev ji vê derê bernedin. Em ê konên xwe vedin û li vir rakevin. Em naxazim ku li vir tiştek bê çêkirin. Em ê sewalên xwe bi ku de bibin? Heke kana mermer bê çêkirin dê her dever bibe di nava toz û dûyê de bimîne. Em ê êdî nekarin ji gundê xwe derkevin û paceyekî jî vekin.”    'PEŞEROJA ZAROKÊN ME YE’   Ji dayikan Xanim Karataş (70) jî diyar kir ku ev bi hezaran sala ye dayik û bavên wan li ser vê erdnîgariyê dijîn û wiha domand: “Ez nizanim bi tirkî biaxivim lê dikarim bibêjim ‘Mermer istemiyoruz’ (Em mermer naxwazin). Ev der cihê çêra sewalên me ye. Heke kana mermer bê çêkirin dê zarokên me nekarin bên vê derê. Em, mirovên xizan in. Tûtin, qedexe kirin. Em ê vê qebûl nekin. Bi saya xwedîkirina sewalan em dikarin zarokên xwe bişînin dibistanê. Em ê bi ku de biçin? Heke sewalên me tune bin, em jî tune ne. Bila bê qeza û bela ji vir biçin.”    'EM XWEZAYA XWE NAFIROŞIN’    Têkildarî mijarê Hatun Sozer (70) jî got ku piştî çêkirina kana mermerê dê tehma avê biguhere û ev tişt anî ziman: “Axa me, ji bo me pîroz e. Em debara xwe bi vê xakê dikin. Heke kana mermer bê avakirin em jî dê ji vir bar bikin. Dê rewşa hewa biguhere, Em kargehan naxwazin û bila neyên. Ji bo çend qirûşan dixwazin mala me wêran bikin. Em xwezaya xwe nafiroşin. Ev bi roja ye em tên serê vî çiyayî. Em ê xwezaya xwe biparêzin.”    'EVDER A ME YE'    Ji welatiyan Aşxan Aslan (73) ku bêyî gopal nikare xwe li ser pêyan bigire, ji bo piştgiriyê tev li berxwedana xelkê herêmê bûye. Dayika Aşxan anî ziman ku heta mirinê dê axa xwe biparêzin û wiha pê de çû: “Tenê axa me di destê me de ma ye. Em, axa xwe diparêzin. Em ji axa xwe hez dikin. Ax ji bo me her tişt e. Em ê nehêlin ew kana mermerê çêbikin. Ev bû 70 sal ku ez li ser vê xakê dijîm. Ev der mala me ye. Em amadene ku ji bo xaka xwe canê xwe bidin. Em ê bi gopalên xwe wan bidin sekinandin. Em nikarin li bajaran bijîn. Em li ser xaka xwe keyfweş in. Min bi saya vê axê zarokên xwe dan xwendin. Ez dixwazim neviyên min jî li ser vê axê mezin bibin.”    'TÛTUN JI DEST ÇÛ EM XWEZAYA XWE NADIN’    Yek ji çalakvanan Hatun Bozkurt (55) tevî birayê xwe yê şivan ku destekî wî bi felcê ketiye beşdarî çalakiyê bûye. Bozkurt, dibêje ku xaka wan, her tiştê wan e û axaftina xwe wiha qedand: “Em bi rojî ne û li vir li ber xwe didin. Ji Xwedê bitirsin. Birayê min felc bûye û dewarên xwe li vir diçêrîne. Baş e dê birayê min çi bike? Birayê min seqet e. Ma ne guneh e? Her kesê ku dixwaze pêşî li çêkirina kanê bigire, bila piştgiriyê bide me. Êdî bes e. Tûtin ji destê me derxistin lê em ê xwezaya xwe nedin wan.”    MA/Emrûllah Acar