‘Gardiyan wek çeteyan tevdigerin’ 2022-04-18 09:00:39 WAN - Ersîn Aslan ê li Girtîgeha Panosê girtî ye bi rêya malbata xwe ragihand ku gardiyan wek “çeteyan” tevdigerin û got: “Em dixwazin tevahiya raya giştî piştgiriyê bide me." Di rojên dawî de Girtîgeha Panosê ya Tîpa L’yê bi tundiya fizîkî û derûnî ya li girtiyan tê kirin di rojevê de cihê xwe digire. Sepanên kêfî û binpêkirinên mafan li pey hev li vê girtîgehê diqewimin. Sê girtiyan jimartina li ser pêya red kiriye. Gardiyanan îşkence li girtiyan kiriye. Di encama zext û îşkenceya gardiyanan de girtiyan di 10’ê nîsanê de dest bi greva birçîbûnê ya bidorveger kir. Greva birçîbûnê ji 5 rojan carek diguhere û hêj didome.    BANGA HESTIYARIYÊ KIR    Ji girtiyên li girtîgehê Ersîn Aslan di 12’ê nîsanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û banga hestiyariyê li raya giştî kir. Aslan destnîşan kir ku gardiyan li girtîgehê weke “çeteyan” li hember girtiyan tevdigerin û got: “Em dixwzin tevahiya raya giştî piştevaniya me bike. Sibê me bikujin jî ne di xema kesî de ye. Ji bo vê yekê jî divê her kes xwedî li girtiyan derkeve.”    ‘GIRTÎ NE BI TENÊ NE’    Xwişka Ersîn Aslan, Songul Demîr jîr jî bertek nîşanî zext û êrişên li girtîgehê da û da zanîn ku divê civak hin bêtir li hember binpêkirinên mafan ên li girtîgehan deng derxe û xwedî li girtiyan derkeve. Demîr diyar kir ku birayê wê 9 sal in di girtîgehê de ye û birayê wê ji wan re dibêje her cûre neheqî û zilm li girtiyan tê kirin û got: “Em carek din dibêjin êdî ji vê zilma hepsan re bes e. Em destnîşn dikin û dibêjin girtî ne bi tenê û ne bêxwedî ne. Divê em hin bêtir piştgirtiya girtiyan bikin.”