‘Li pişt tundiya polîsan mekanîzma parastinê ya meqamên îdarî heye’ 2022-04-18 09:00:41 ÎZMÎR - Serokê Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun diyar kir ku piştî her tundiya polîsan ku li welatiyan dikin mekanîzmayên parastinê dixin dewrê û bêcezahiştina polîsan rê li ber bûyerên nû vedike.  Li bajarên bakurê Kurdistanê di demên dawî de tundiya polîsan a li hember welatiyan zêdetir bûye. Yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin. Bi taybetî van polîsên tundiyê dikin jî bêceza tên hitşin û li şûn faîl ango kujeran mexdûr tên cezakirin. Herî dawî li Batmanê polîsek êrişî parêzerekî kir û bêvila wî şikand. Çend roj berê jî li Riha, Dêrsim û Şirnexê polîs tundî û îşkenceyê li welatiyan kiribû. Ev tundî û îşkence di nava xelkê de rê li ber nerazîbûnan vekir. Meqamên îdarî ango darazê faîlan diparêze û welatiyan ango mexdûran jî sûcdar dike.    Serokê Weqfa Baran Tursun Mehmet Tursun ji ajansa me re axivî û vê tundiya ku polîs li welatiyan dikin nirxand.    416 BÛYERÊN BÊDARAZ    Mehmet Tursun diyar kir ku wan têkildarî îşkence û tundiya polîsan rapor amade kirine û şandine Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekitiya Ewropayê (YE) û wan karneya mafê mirovan a Tirkiyê darizandine û di rapora ku pêşkêş kirine de bi giştî 416 bûyerên înfaza bêdaraz hebûne.    DI ENCAMA CEZAYÊ 314 LÎRE DE HATIYE KUŞTIN   Tursun diyar kir ku parastina Tirkiyê ya li hemberî van mirinan û bûyerên qewimîne bi awayên “Çima polîs welatiyan bikuje? Polîs terorîstan kuştiye” kiriye û got: “Me jî ji bo ku vê parastina Tirkiyê pûç bikira xebatek kir. Me jî got di nava 416 kesan de kesên ku li polîsan meze kirine, heqaret û gef xwarine tune ne. Dema me got ‘baş e çima ev tên kuştin’ parastina dewletê pûç derdikeve. Ev 416 bûyer bi temamî welatî bêsûc bûne. Bi temamî kêfî qewimîne. Wek bûyerek mînak, welatiyek ji ber sûcek bi 314 lîre kiriye, rabûne wî kuştine.”    79 ZAROK KURD IN    Tursun destnîşan kir ku di encama xebata wan li qadê 416 mirin pêk hatine û 94 jê zarok in û ji van 94 zarokan jî 79 zarok kurd in.    ‘FAÎL ANGO KUJER TÊN PARASTIN’    Tursun bal kişand ser parastina polîsan ji aliyê dewletê ve û wiha got: “Piştî ku ev înfazên bêdaraz diqewimin, mekanîzmayên parastinê dikevin dewrê. Di bingeha vê bêcezahiştinê de jî mekanîzmayên parastinê yên îdarî hene. Hêj cenazeyê kes li erdê ye, polîs, qeymeqam, walî û wezîr daxuyanî didin rojnamevanan û adeta kujeran ango faîlan diparêzin û kesê/kesa kuştî tawanbar dikin. Ew leşker û polîsên bûyeran pêk tînin ji aliyê rayedaran ve tên parastin. Wextê ku ev faîl nayên cezakirin jî hin bêtir polîs û leşker wêrektiyê digirin û arasteyî tundiyê û îşkenceyê dibin. Bandora bêcezahiştinê li ser van bûyeran dibe. Her wiha di van bûyeran de nêrîna polîtîk û etnîk jî heye. Wek bûyera Kemal Kurkut gelek bûyer hene. Kemal Kurkut li ber kamerayan hat kuştin, hêj tê înkarkirin.”    WEZÎFE DIKEVE SER MILÊ RÊXISTINÊN SIVÎL    Tursun anî ziman ku ji bo rawestandina tundiya polîsan rol û wezîfeyek mezin dikeve ser milên rêxistinên sivîl û partiyên siyasî û heke rêxistinên sivîl xwedî li dozên kuştiyan derkevin dikarin li pêşiya êriş, tundî û îşkenceya polîsan bibin bend û heke xwedî li kesan û dozên wan dernekevin dê polîs hin bêtir bi rehetî dikaribe welatiyan bikuje.    MA / Tolga Guney